Îro Civanê mezin ê Kurdan li bajarê Holandayê Maastrichtê ye. Bernameyeke dewlemend a çandî û siyasî wê vê civana Kurdan bixemilîne. Daxwazên sereke yên vê civanê jî Ji Rojava re statu û ji Abdullah Ocalan re Azadî ne. Beriya niha jî ji sala 1992´yan ve Kurdistanî salane bi navê Festîvala Navneteweyî ya Çanda Kurd heta bi îro hat pîrozkirin. Em li kêlekê bi wêneyan van festîvalên hanê û çalakiyên çandî yên ji bo wan bi bîra xwînerên xwe dixin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Festîvala yekê
Festîvala yekê sala 1992´yan li Bochumê bi rê ve çû. Bi dehezaran kes beşdarî vê festîvalê bûn. Xelkê ku di trîbunan de bû, bi coşa festîvalê daketibû meydana sporê û li ber dikê li bernameyê temaşe dikir.
Koroya neteweyî
Ev koroya li Akamediya Çand û Huner a Kurdî ye. Tevî Cewad Merwanî ji bo televizyonê dîmen tên girtin. Heta bi sala 2000´î komên muzîkî û koro hebûn. Ji van koman jî koroyeke mezin a neteweyî dihat amadekirin.
Festivala 4´an
Festîvala 4´an li bajarê Kolnê bû. Qederê 100 hezar kesî beşdarî festîvalê bûbûn. Di vê festîvalê de bernameyeke xurt a çandî, siyasî hebû. Li vir performansek ji bo birbîranîna Zîlan (Zeynep Kinaci) heye ku endamên komên folklorê amade kirine.