Li Meydana Capitole ya bajarê Fransayê Toulouseyê, yanî li ber avahiya şaredariya bajarê mezin ê Toulouseyê zarokên Kurd û Fransî neçûn dibistanê. Li şûna wê ji bo zarokên Rojava çalakiyek kirin. Sendîkaya perwerdeyê Sud Educationê jî banga beşdarbûna çalakiyê kir. Di dema çalakiyê de li ser navê Partiya NPA´yê Pierre Granet axaftinek hat kirin. Ji sendîkaya Sud Educationê jî axaftinek hat kirin. Zarokan bi dovîzên hildayî got, “Komkujiyên li Rojava rawestînin”, “Erdogan zarokan dikuje”, “Bihêlin bila zarok mezin bibin”, “Dawî li şer bînin”, “Zarokan nekuijn.