Rûniştina doza li dijî siyasetvanê Kurd Salih K. li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Stuttgartê dewam kir. Salih K. û parêzerê wî Anna Bushl jî amade bûn.

Di rûniştina doh de kesê ku muxbirên li dijî Salih K. îfade dane bi rê ve dibe û têkiliyê bi wan re datîne (V-mann führer)  bersiva pirsên hakim, dozger û parêzeran da. Ya balkêş ew bû ku wî ji gelek muxbiran agahî girtibûn û agahî hema hema hemû li ser kar û barên qanûnî yên komele, xwepêşandan û çalakiyên siyasî û çandî bû.

Vî kesê di nava polîs de wekî din lê mikur hat ku ew agahiyên ji muxbiran her car nade piştraskirin, lê tenê hin caran. Hemû pirsên parêzera Salih K. jî bê bersiv hatin hiştin. rûniûtina dozê hat taloqkirinî 1´ê Tîrmehê. Di rûniştinên 8 ta 10´ê Tîrmehê de Ridvan O.´yê ku Salih K. gunehbar dike wê amade be.

 

STUTTGART