Tirk di sedsala 10. de tengav ketibûn, li her derê pêşî li talan û dagirkeriya wan hatibû girtin. Bîrdozeke wan a bikaniya ew bi pêş bixista jî, nebû. Wan di wê pêpilikê de îslamiyet nasîn. Wan mijareya xenîmet û fetihkirinê ya di nava baweriya îslamiyetê de dîtin, tenê ev alîyê wê wergirtin û ew li gor berjewendiyên xwe şirove kirin. ji ber ku ev aliyê nerênî li karektera wan hatibû, îslamiyet hetanê radeyekê ji xwe re kirin bîrdozeke pêşketinê. Li ser vê bingehê; ji Asyaya Navîn ta Viyanayê tar û mar kirin.
Li her deverên ku lingên wan vêdiket, ji bo ku bikanin serkariya xwe li wir bidin jiyan, komên cehşan diafirandin û li ser pişta wan her diçû berz dibûn. Heta ji wan komên cehşan di bin cûre navan de gelên nû jî çêkirin; we pomak (pomagat=cerdewanên bûlgar), Boşnak (Bosn /boşn = navê çemekî ye, gelê wir xirvat û sirb in).
Lê divê em rastiyekê jî ji bîr nekin; ev serketina wan bi wê kilîta Anatolyayê ya ku kurdan di şerê Milazgirê de dabû destê wan, destpêkiribû. Dûv re jî em kirin kole. (Rastî were pirsîn, bav û kalên me ji wan re rê vekirin û ew kirin bela serê me!)
Bi berzbûna tekoşîna gelê kurd, pêşveçûnên li cihanê (wek helweşîna Sovyetê û 11 îlonê) û guhertinên li Rojhilata Navîn; ev serkari yan jî dewleta tirk bi giştî dîsa tengav ketibû. Li hemberê tekoşîna Tevgera Azadîyê rê û dirb li wan teng bûbû. Ew hatibûnn ber şêmûga têkçûnê. Di vê kêliyê de dîsa bi sextekariya berê dest avêt îslamiyetê. Ji bo vê kesê nav Fetullahê ji bo rojên wiha hatibû amadekirin, şandin Amêrîkayê. Soz dan tevahiya NATOya di pêşengiya DYA ê de. Bi wan dan bawerkirin ku wan hemû dek û dolabên bizansî-osmanî, azmûnên xwe û yên cihana xapandin û şêlandinê di xwe de civandine, bingehê derewên xwe saxlem danîne û wê bikanin modeleke nû ya qaşo islamiya rûnerm a di xizmeta DYA yê de biafirînin. DYA yê jî bi gotina Obama „hevkariya model“ ve ev rê ji wan re vekir. Van sextekarên navê îslamê jî herimandine, li hember vê cehştiyê alîkari ji wan girt, bi wê alîkariyê hem serkariya Tirkiyê xistin bin kontrola xwe, hem jî ji bo têkbirina Tevgera Azadî soza her cûre alîkarî ji wan standin. Baweriya sextekarên tirk ya bi îslamê tenê ji bo fetîh û xapandinê ye. Ev cara duyeme, ew dixebitin ku vê pêpilikê baş bikarbînin.
Lê vê carê jî kilîta Rojhilata Navîn di destê kurdan de ye. Ew dixwazin berê îradeye kurdan bişikînin, kilîtê têxin destê cehş û xwefirojan ku bikanin careke din wê ji kurdan bistînin. Li aliyê din jî ji bo ku bikane wehşet û xwînxwariya xwe veşêre, rê ji kurdên spî yên reng û rû xiravbûyê gewr re vekin, her xiniziyê bikartînin. Ji bo vê jî hin kesên xwedîgiravî xwenda û bi hin dîplomeyan di bin navê rewşenbîrî de bikartînin. Li aliyekê jî hin cahşên spîtiya wan jî gewrbûnê derbazbûye û êdî kufikî ne, ku navên wan tên zanîn, herê carê derdixin pêşberê raya giştî. Hin ji wan kesên berê qestîmestî serokên hin komikên kurdan bûn û çend ji wan xwefiroşan jî ji bo rantê bûnin niviskar û rojnamewan. Ew bi taybetî jî van cehşên gewr li gor pêdiviyên xwe di çapemeniya niviskî û dîtnêr de wek alavên bangaşiyeke bêkêr û xapandina bala cihanê bikartînin. 
Li aliyê din wan dek û dolabên xwe hetanê li ser zaravayan parçekirina kurdan berfireh kirine. Çawa kalikên wan boşnak û pomak afirandin, ew jî dixwezin ji beşeke kurdên zaraveyekî kevna dipeyîvin gelek bi navekî din biafirînin.
Ji ber ku di rastî, nîyet, hedef, sextekarî, xwînxwarî û bêexlaqiya wan de hîç guhertin pêk nayê, dema dewletê xwe ji kemalîzma laîq guherand faşîzma kesk jî tu guhertin çê nebûn. Tenê cihê dewleta kûr ya berê fetullahî û erdoganistan girt. Cihê JITEM ê jî dozgerên fetullahî, polêsên AKPeyî girtine. Cudahiyên herê balkêş ev e: JITEMê bi dizî dikuşt. Evana gelek aşîkar li ber çavên bala giştî kuştin û têkbirinan pêktînin. Ji ber ku JITEMê ne bi navê dîn û Xwedê bi navê dewletê dikuşt, carna wîjdana wan dêşiya, hinekan îsyan dikir. Lê ev jîtema faşîzma kesk bi navê Xwedê dikuje. Lema jî wîjdan, îman û merhemet li ba wan tune. Yanê ew ji cinawir û ji hêrên dema barbariyê jî wêdetir in.
Ev rastî baş dide têgihîştin ku tu tiştekî vê koma minafiqên ji fetullahî û erdoganîstan pêk tê bi baweriya îslamê re tune. Heta ew nav û naveroka îslamiyetê xirav dikin. Divê ev rastî bi çalakiyên wek „Înîyên Sivîl“ werin deşîfrekirin. Ji bo ku alema îslamê jî bikane vê rastiyê bibîne, divê mirov têkeve nava hewldanên dîplomatîk. Divê em li her qada jiyanê ku em lê dijîn, vê rastiyê zelal bikin. Ji bo vala derxistina dek û dolabên wan bê rawestan di nava çalakiyan de bin. Divê berê her kesî kurdên li Ewropayê dijîn, li hemberê van minafiqên ji cinawiran wêdatir, bi berwxedanî erkên xwe bi cîh bînin.