Derbarê Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr de di dozeke li Amedê de biryara girtinê hat dayîn.

Derbarê Berdevkê HDP’ê û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr de, dema Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê bû, bi îdîaya li ber walîtiyê heqaret li polîsan kiriye li 4’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê doz hatibû vekirin û 4’emîn rûniştina dozê hat dîtin. Di doza Baydemîr lê ne hazir de parêzerê wî Serdar Çelebî amade bû.

Heyeta dadgehê piştî parastina parêzer biryar da û diyar kir ku ji bo Baydemîr beriya niha li gorî usûlê teblixat hatiye derxistin, ligel ku parêzer di doza 23’ê Adarê de gotibû mûwekîlê wî dê di doza bê de amade be jî, Baydemîr tevlî rûniştina 2’yemîn jî nebûye û derbarê Baydemîr de biryara girtinê da.

Heyeta dadgehê her wiha derbarê Baydemîr de ji madeyên 125/4 û 58 ên TC jî xwest parastineke cuda jê bê xwestin û doz taloqî 5’ê Cotmehê kir.

Baydemîr: Li dijî hiqûqa dagirkeriyê em ê li ber xwe bidin 

Herçî berdevkê HDP’ê û parlemterê Rihayê Osman Baydemîr bû, ew ji koma xwe re dipeyivî û digot, AKP naxwaze rastiya darbeyê derxe û dixwaze xwe ji vê rizgar bike. 

Berdevkê HPD’ê Osman Baydemîr ê ku di derbarê wî de biryara girtinê hatiye dayîn, di civîna koma partiya xwe de têkildarî geşedanên di rojevê de nirxandin kirin. Baydemîr bal kişand ser meha Remezanê û got ku taybetmendiya hevpar a baweriyan mirovahî ye û got, “Ez meha têkoşîna nefsê careke din pîroz dikim.” Baydemîr bal kişand ser komkujiya Çorumê, diyar kir ku yên hatin qetilkirin “ji ber baweriyên xwe” hatin qetilkirin û got, “Em soz didin ku ji bo careke din Kerbela û komkujî çênebin, em ê HDP´ê bikin navnîşana têkoşînê.” 

Baydemîr destnîşan kir ku polîtîkayên şer ên ji bo desthilatdariya yek kesî, veguherîne çerxeke darbeyê. Baydemîr bal kişand ser Komîsyona Lêkolîna Darbeyan a Meclîsê, û got, “Ev komîsyon veguheriye komîsyona îbrakirina darbeyê. Komîsyonê serî li îfadeyên Erdogan nedaye. Serî li îfadeyên Hûlûsî Akar neda. Serî li kesê li ser MÎT’ê yên digotin kêmasiya wî heye, nedan. Ev komîsyoneke çawa ya lêkolîna darbeyan e. Erdogan ferman da ku komîsyon xebatên xwe bi dawî bike. Serokê komîsyonê piştî vê yekê daxuyaniya xebat bi dawî bûn, da.Ev jî darbeya duyemîn a li komîsyonê hate kirin e.” Baydemîr ji ber vê jî got, ev rapora veşartina darbeyê û paqijkirina AKP´ê. 

‘Gazze çi be Sûr jî ew e’

Baydemîr, derbarê operasyonên li Bakurê Kurdistanê de û wêneyên ku nîşan didin ka çi tişt tê serê welatiyên Sûrê di meha Remezanê de nîşan da û wiha axivî: “Ev zarokên li bin ronahiya findê dixebitin, wê destûr nedin ku hûn paşeroja Sûrê hilweşînin. Ev zarok wê bibin ronahî. Ramallah û Gazze çi ye, Sûr jî ew e.” 


Em ê berxwedanê bidomînin 

Parlementera HDP´ê ya Sêrtê Besîme Konca piştî ku hat binçavkirin, doh hat girtin. Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî girtina Besîme Konca helwêst nîşan da û got, “Ti êrîş wê nikaribe wê û me ji berxwedanê dûr bigire.”  TJA’yê her wiha bang li jinan kir ku li dijî hikûmeta AKP’ê li hemû deverên lê, rabin ser piyan û têbikoşin. Bi armanca şermezarkirina jinûve girtina Parlamentera Sêrtê ya HDP’ê Besîme Konca, li avahiya HDP’ê ya Bajarê Wanê jî civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Hevseroka HDP’ê ya Wanê Gulistan Orhan, Hevşaredara berê ya Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn, Hevşaredara berê ya Rêya Armûşê Bêrîtan Tayan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê beşdarî civînê bûn û xwestin Besîme Konca tavilê bê berdan. Li Amedê jî, li ber avahiya HDP’ê ya Bajêr daxuyaniyek hate dayin. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulşen Ozer li vir axivî û got, “Ji bo azadkirina Fîgen Yuksekdag, Besîme Konca û hemû siyasetmedarên jin ên girtî, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê doza wan veguherînin meydana têkoşînê.”


 AMED/ENQERE