
Koma Minnina (Ji civaka me) ji bo balê bikişînin li ser polîtîîkayên asîmîlasyonê ya li hemberî Elewiyên Ereb fîlma ya navê “Yeşihhara Misrur û Hassûn” bi zimanê Erebî çêkirin. Ji senarîst û lîstikvanên fîlmê Tolga Antakya diyar kir ku ji wan re pêşniyar hatiye ku senaryo wergerînin Tirkî lê ji ber girîngiya zimanê zikmakî wan di Erebî de israr kirine.
Koma bi navê Minnina (Ji me/ Ji civaka me) ya ku ji bo balê bikîşine li ser polîtîkayên asîmîlasyonê ya li hemberî Elewiyên Ereb hatiye damezirandin di qada çandî de xebatê dimeşîne. Kom heta niha ji bo ku balê bikişîne li ser pirsgirêkên civakî yên li Hatayê û çanda Elewiyên Ereb fîlmên vîdeoyên yê ji 7 û 15 saniye pêk tê, çêdikir. Kom fîlma xwe ya bi Erebî ya “Yeşihhara Misrur Hassûn” (Eman Xwedê/ Wex ji halê te re Misrur û Hassûn) ve yekem car e ku fîlmekî profesyonelî çanda mîzahî digîhîne temaşevanan. Fîlm bi tevahî ji 47 deqîqeyan pêk tê û hêj nehatiye weşandin di medyaya civakî de eleqeyekî mezin dît.
Bi zimaneke mizahî
Di fîlma ku Tolga Antakya û Merîç Gultekîn senaryoya wê çêkirine de Antakya karakterê Misrur, Gultekîn jî karakterê Hassun dilîzin, gerînendeyê fîlmê jî ji endamên komê Tolga Eskîocok dike.
Di fîlma ku mijara eşqa ku hatiye jiyîn bi mîzahî vedibêjê de Hassun têkîliya Misrur û jina ku aşiqê wê bûye çêdike tê vegotin. Fîlm di heman demê de jiyana elewiyên Ereb jî bi zimaneke mîzahî vedibêje. Dîsa Ereb ên ku li Hatayê dijîn û peyvên Tirkî dixin nava zimanê Erebî jî bi awayekî mîzahî tê rexnekirin. Fîlm bi temamî li navçeya Defneyê tê derbas dibe.
Di zimanê dayikê de israr kirin
Ji senarîst û lîstikvanên fîlmê Tolga Antakya diyar kir ku dema ku fîlm kişandine bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû mane, ji bo dîtina sponsor gelek zehmetî kişandine lê ligel zehmetiyan jî fîlm temam kirine. Antakya got ku dema ku ji bo fîlmê bikişînin serlêdan kirine pêşniyara bi Tirkî bikişînin ji wan re hatiye kirin lê wan ev qebûl nekirine. Antakya anî ziman ku li Tirkiyeyê di serî de Elewiyên Ereb, gelê Ereb bi asîmîlasyonê re rû bi rû ne û ji ber israra wan a bi zimanê dayikê xwestine fîlm Erebî be.
Senarîst û lîstîkvanê din ê fîlmê Merîç Gultekîn jî anî ziman ku fîlm yekemîn projeya wan a profesyonel e û ji bo Ereb û Elewiyên Ereb ên li Tirkiyeyê dijîn wekî destektiyekî dibînin û bi projeyên profesyonel ve dixwazin xizmetê bidin gelê Ereb.
Galaya fîlmê dê di 28’ê Çileyê de li Samandagê bê kirin. Fîlm di pêşerojê de li Tirkiye û Ewrûpoyê jî bê pêşandan.
DÎHA/HATAY