Ev peykerkê hanê sala 1862’yan hatiye peydakirin. Yê peyda kirî konsolosê Fransayê li Bexdayê ye. Peyker bi xwe ji serdema Partiyan e ku hema piştî serdema Skenderê Mezin li Îran û Kursdistanê yanî pirraniya Mezopotamyaya jorîn serwer bû. Gora ku peyker tê de hatiye dîtin a malbatekê û ku tê de cenazê 5 kesan hatibûn veşartin. Peykerkê hanê di gorekê de di tabûteke darî de li ber serê yekê ji miriyan li ser xwe hatibû dîtin.

Tevî ku materyalên weke zêr, gac (mermerekî nerm), sîvax û kevirên bi qîmet bi temamî ji çanda Mezopotamyayê ne û îşaret bi xwedawenda şer, evîn, cinsiyet û bereketê Îştarê dikin jî bi çêkirina xwe metamorfozeke ber bi afrodîta Yewnan jî em dibînin. Yanî tesîra hukmê helenîk yê piştî Skenderê Mezin xwe li ser Îştarê jî nîşan daye.

Elaqeya vê fîgura Îştarê bi biharê re jî heye, lewma di mîtolojiya cejna biharê ya Sumeriyan Akîdû de ew bi roleke diyarker radibe.

 

NAVENDA NÛÇEYAN