Her çend di warê aboriyê de hinekî pêş ketibin jî, li parzemînên Asya, Efrîka û Emerîka Başûr di warê karkeriya zarokan û bikaranîna zarokan de gelekî li paş in. Bi taybetî, li Asya Başûr, Emerîka Başûr û welatên Ewrûpa Rojhilat, bi milyonan zarokên keç di fûhûşê de tên bikaranîn û li malan jî weke xizmetkar ên xebitandin. Tê gotin, bi armanca tedarkirina daxwaza welatên dewlemend ên ji bo tûrîzma seksê, bi hezaran zarokan dixin çirava fûhûşê.
Zarok, li welatên Asya Başûr di sektroa tekstîlê, li Efrîkayê jî di sektorên kan û çandiniyê de û di xizmetên malan de weke hêza erzan a kar tên bikaranîn. ÎLO, di çarçoveya hedefên xwe yên sala 2006'an de plan dike ku heta sala 2016'an aliyên nayên qebûlkirin ên karkeriya zarokan, ji holê rake.
Li Tirkiyeyê zêde dibe
Li gelemperiya cîhanê hejmaa zarokên dixebitin kêm dibe, lê li Tirkiyê di salên dawî de jinûve zêde bû. Li gorî danêyên îsal ên Înstîtuya Lêkolînan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR), di navbera salên 1999-2006'an de hejmara karkerên zarok ji 2 milyon û 270 hezarî daket 890 hezarî. Lê belê ev hejmar di sala 2012'an de careke din derket 893 hezarî.
Li gorî daneyan, zarokên li karên malê tên xebitandin di sala 1999'an de 4 milyon û 447 hezar bû û di sala 2006'an de ev hejmar gihaşt 6 milyon û 540 hezarî. Ev hejmar di sala 2012'an de nêzî milyonekê zêde bû û gihaşti 7 milyon û 503 hezarî. Bi vî rengî zarokên di navbera 5-17 salî de tên xebitandin û bikaranîn, bû 8 milyon û 400 hezar. Di warê giştî de, rêjeya zarokên dixebetin li gorî sala 1999'an ji sedî 41'ê bilindî ji sedî 56'an bû.
STRASBOURG