Çalakiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan her diçe bêhtir vediguherin çalakiyên îtaetnekirina sivîl. Ji pêr ve nexasim jî li paytexta Ingilistanê Londonê çalakiyên bi vî rengî zêde dibin û çalakger didin zanîn ku ew bi israr in bêdengiya rêxistinên civaka sivîl û çapemeniyê bi dawî bikin.

Li seranserê Ewrûpayê çalakiyên şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan û piştgiriya bi grevên birçîbûnê re dewam dikin. Çalakiyên îtaetnekirina sivîl ên li paytexta Ingilistanê Londonê ya pêr destpêkirî jî li vahiya televizyonan û li avahiya Rêxistina Efûya Navneteweyî hatin kirin.

Çalakî wekî din li bajarên Swîsreyê Luzern, Zurich, Delemont, li bajarê Elmanyayê Frankfurtê, li bajarê Fransayê Bordeaux û li bajarê Îtalyayê Floransayê hebûn.

Bi daxwaza bidawîkirina tecrîdkirina rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Londonê çalakiyê îtaetnekirina sivîl hatibû destpêkirin. Li avahiyeke ku studyo û nûneriyên kanalên televîzyonê jî lê hene, çalakiya îtaetnekirina sivîl dema ku nûçeya me dihat amadekirin, dewam dikir û çalakgeran dida zanîn heta ku ew bi gerînendeyên nûçeyan re nepeyivin, ew ê ji avahiyê veneqetin.

Heta hûn bi erka xwe rabin

Çarşema bihurî êvarê, komek çalakger ketin avahiya ku studyoya kanalên ITV, ITN û Chanel 4’ê lê hene û diyar kirin heta ku ew bi rayedaran re bicivin, ew ê ji avahiyê dernekevin. Di çalakiyê de bêdengiya çapemeniya Ingilistanê hate şermezarkirin.

Dema ku çalakî didomiya, gelek polîs hatin avahiyê û çalakgeran diyar kir ku heta ew bi gerînendeyên nûçeyan re hevdîtinekê nekin, ew ê ji avahiyê dernekevin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li Londonê çalakiya greva birçîbûnê çarşema bihurî hatibû destpêkirin, ev çalakî jî dema nûçeya me dihat amadekirin, hîna dewam dikir. Bi şev bi sedan kes jî çûn serdana çalakgeran û diyar kirin heta ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daxuyaniyekê nedin, ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin.

Li derveyî avahiyê jî çalakiya protestoyî dewam dike.

Daxwazên wan ên me ne

Li Luzernê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li ber strasyona trenê ya navendî çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de pankarta li ser “Aktîvîstên Kurd li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne, daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê daxwazên me ne” nivîsandî hat hildan.

Li bajarê Zurichê jî, bi banga Platforma Piştevaniya Grevên Birçîbûnê li Stauffacherê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakgeran bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan û bi wesîleya salvegera 104’an a Komkujiya Ermenan, kesên jiyana xwe ji dest dane jî bi bîr anîn. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.

Li bajarê Delemontê, Platforma Piştevaniya Grevên Birçîbûnê çalakiyek li dijî tecrîdê pêk anî. Çalakgeran bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan.

Bêdengiya YE´yê şermezar kirin

Li Frankfurtê bi pêşengiya Meclîsên Jinan ên Amara, Sara û Nûjîn, li dijî tecrîdê û ji bo piştevaniya berxwedana grevên birçîbûnê, çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de bêdengiya Yekîtiya Ewrûpa û saziyên wê yên li pêşberî tecrîdê hate şermezarkirin.

Li Bordeauxê, ji bo piştevaniya berxwedana grevên birçîbûnê, çalakiyek hate lidarxistin. Bi vê armancê belavok hatin belavkirin.

Çapemeniya Îtalî dît

Li Floransayê, ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê re, bi rengekî sembolîk 2 rojan greva birçîbûnê pêk hat û Kurd û dostên wan ên Îtalyayî tevlî bûn. Bala gelek televîzyon, radyo û rojnameyan li ser çalakiyê bû. Li ser berxwedêrên greva birçîbûnê dosyayek pêşkêşî meclîsa eyaleta Floransayê hate kirin. Alîkara Serokê Meclîsa Eyaletê, Elisabetta Meucci û endamê meclîsê Tommaso Fattori pêşwaziya heyetê kir û piştre serdana cihê greva birçîbûnê kir.

 

NAVENDA NÛÇEYAN