AMARA GUNEŞ/NAVENDA NÛÇEYAN


Li paytexta Îtalya Romayê dostên Kurdan ji bo ku çanda Kurdan ji nêz ve nas bikin hînî govendên Kurdan dibin. Bi navê Ciwan Ararat koma govendê ava kirine û piraniya endamên komê îtalyan in. Kom di şahî û bernameyan de derdikeve ser dikê û dilîze. Mamosteya folklorê ya rihayî Ayşe Goktaş 5 sal e li Îtalyayê dimîne. Goktaş piştî ku hat Îtalyayê li Komeleya Çand û Civakî ya Araratê dersên folklorê dide. Goktaş di heman demê de hevseroka Komeleya Çand û Civakî ya Araratê ye. Goktaş 4 sal e dersên govendê dide û di nava 4 salan de du kom ava kirine. Goktaş wiha axivî: “Ji ber ku li Romayê hejmara Kurdan hindik e em jî li vir xebatên xwe ji bo îtalyanan pêk tînin. Du komên me yên folklorê hene û piraniya her du koman jî îtalyan in. Goktaş da zanîn ku bi çend kesan dest bi xebatan kirin û wiha axivî: “Li ser daxwaza îtalyanan min perwerde da komê. Me di gelek bername û şahiyên îtalyan û Kurdan de xwepêşandan pêk anîn. Em têkildarî çanda Kurdan agahiyan didin gelê Îtalyayê. Li vir têkiliyen berfireh hatine danîn.” 


Ji bo mihrîcanan têne vexwendin

Mamoste Goktaş anî ziman ku ji hemû temenan şagirtên wê hene û wiha got: “Şagirt bi kêfxweşî tev li dersên folklorê dibin. Ez hemû cureyên folklorê hînî wan dikim. Ancax gav û rîtîman dikarî hînî îtalyanan bikî. Ji bo wî ruhî bigirin dem lazim e. Ji ber vê yekê em ji govendên herêman bêtir dersên teknîk didin.” Ayşe Goktaş diyar kir ku bi taybet jî gelê Îtalyayê eleqeyeke mezin nîşanî folklorê dide û wiha got: “Di hemû şahiyan de em behsa govendên xwe dikin. Ev du meh e em derketine turne yê. Gelek mîhrîcanên çandê yên mezin em vexwendin. Carinan jî dibistanên taybet me vedixwînin.”


Lîstikên me û yên Kudan nêzî hev in

Ilaria Napoleoni 20 salî ye. Napoleoni dest nîşan kir ku ev demeke dirêj e têkoşîna Kurdan ji nêz ve dişopîne û wiha axivî: “Ev nêzî salekê ye ez di koma folklorê de cih digirim. Dema dilîzim zehmetê nakişînim. Di reqsên Kurdan de ya girîng ew e ku mirov rîtman hîs bike. Ez herî zêde ji lîstikên bablekan û keleşo hez dikim. Reqsên Kurdan û îtalyanan dişibin hev. Bi taybet jî dema bi komî dilîzin.” Rosa Virtu 47 salî ye û li dibistanê mamostetiyê dike. Virtu dibêje ev 3 sal e Kurdan nas dike û wiha got: “Ev sê meh e folklora Kurdan dilîzim. Dema govendê digirim zehmetî nakişînim. Ev hêj destpêk e lê ez govendên Kurdan hez dikim. Lîstikên me û Kurdan nêzî hev in.”


Govendan Kurdan ez bi hêz kirim

Caterina Virtu jî wiha behsa xwe kir: “49 salî me û hemşîre me. Di salên 1990’î de min Tevgera Azadiya Kurd nas kir. Reqsên Kurdan her tim ji min re balkêş hatin. Ez di meha sibatê de tev li komê bûm. Di hereketan de zêde baş nîn im. Teqez divê ez egsersîzan bikim. Ji bo hîn bibim motîve bûme. Piştî ku min dest bi govendên Kurdan kir ez xwe bi hêztir û aktîf hîs dikim.”