Çeteyên girêdayî mixalefeta Sûriyeyê ku ENKS jî di nav de ye, ji 20’ê Sibatê ve bi çekên giran û bi çêkên kimyasalê êrîşî taxa Şexmeqsûdê dikin û di sê rojên dawî de 26 Kurdî  jiyana xwe ji dest dan. Komên çeteyan doh careke din bi çêkên kimyewî êrîşî taxê kirin û di encama vl yekê du welatî jehrî ketin. Her wiha Koma çete ya bi navê ‘Artêşa Îslamê’ (Ceyş ul Îslam) a ji aliyê Erebîstana Siûdî ve tê birêvebirin, bi daxuyaniyekê ragihand ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li hemberî Kurdan çeka qedexekirî bi kar anîne.

Ji 20’ê Sibatê ve komên çete û ENKS êrîşî taxa Helebê Şêxmeqsûdê dikin. YPG/YPJ a Fermandariya Helebê pirrbare bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Koma Kordînasyona Taybet a Agirbesta Suriyeyê kir da ku binpêkirina agirbestên li Sûriyê bişopînin. Lê saziyên navneteweyî heta niha di gel êrîşên komên çete ya li Şêxmeqsûdê bê helwest e.


7 sivîlên din qetil kirin

Di êrîşên 3 rojên dawî de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 26’an. 

Di êrîşên komên çete yên girêdayî opozîsyona Suriyeyê yên li ser taxa Şêxmeqsud de, pêr jî 7 sivîlên din jiyana xwe ji dest da, 20  sivîl jî birîndar bûn. Komên çete yên girêdayî mixalefeta Suriyeyê ku îdîa dikin li gorî agirbestê tevdigerin, êrîşên xwe yên li ser Şêxmeqsud ku di 20’ê Sibatê destpê kiribûn, nesekinandiye.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandine, di êrîşên pêr ku her cure çekên giran tên bikaranîn de,  7 sivîlên din jiyana xwe ji dest dan û 20 jî birîndar bûn.Li gel qurbaniyên dawî di êrîşên çeteyan ên 3 rojên dawî de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 26’an. Hejmara kesên birîndar jî derket 100’an.


Cara 3’yemîn gaz barandin

Komên çete doh carek din bi çekên kîmyewî êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin. Di encamê de 2 kes hehrî ketin. Welatiyê bi navê Ezîz Hemo Cimo ku jehrî bibû û li navenda tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd dihat dermankirin, diyar kir ku dema topbaranê dest pê kir, ew li mala xwe bû û doh dema ku xwestiye derkeve bêhnek genî bêhn kiriye, gêj bûye, mîda wî xeliyaye û bêhna wî teng bûye. Cimo got ku çawa ku wî ev bêhn hat wî, nas kir  ku ev gaza kîmyewî ye û yekser paçek şil avêtiye ser ruyê xwe. Şêniyên taxê gotin ku wan madeyek bi rengê zer li ser parçeyên bombeya gazê dîtin.


Li xwe mikur hatin

Koma çete ya bi navê “Artêşa Îslamê” jî doh bi riya daxuyaniyekê, li xwe mikur hat ku wê li hemberî Kurdên li taxa Şêxmeqsûdê çekên qedexekirî yên kîmyewî bikar anîne. ‘Artêşa Îslamê’ (Ceyş ul Îslam) a ji aliyê Erebîstana Siûdî ve tê birêvebirin, bi daxuyaniyekê ragihand ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li hemberî Kurdan çeka qedexekirî bi kar anîne. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di dema şer de lîderê tûgaya Ceyş ul Îslam, di şerê bi vî rengî de çeka qedexekirî bi kar anî.” YPG’ê, rojnamevanên xwecihî û Heyva Sor a Kurd dabûn xuyakirin, ku çeteyan gaza bi jehr avêtine taxê. Di encama êrîşa komên çete ku ji 16’ê Sibatê ve di dome, 85 kesan jiyana xwe ji dest dan û 620 jî birîndar bûn.