Çeteyê DAIŞ'ê Mûad Abdala El Septî yê navê Ebû Kûktat Ezîr li xwe kiriye û di 28'ê Sibatê de li Girê Spî (Til Ebyad) ji aliyê YPG'ê ve hat girtin, li ser êrîşên li hemberî Girê Spî û têkiliyên wan ên bi dewleta Tirk re agahiyên balkêş dan.
El Septî da zanîn, ku ew ji Dêrezor tevlî çeteyan bûye û der barê êrîşa li hemberî Girê Spî de agahiyên balkêş dan.
‘Komandoyên întîharî jî hebûn’
Mûad Abadala El Septî anî ziman ku planên êrişên li hemberî Girê Spî ji aliyê DAIŞ û MÎT a Tirk ve li bajarê Reqayê hat kirin û got: “Piştî ev plan hat kirin, em 57 kes derbasî Cerablûsê bûn. Di nava pênc baskên tevlî êrîşê bibin de komandoyên întîharî jî hebûn.
Piştî ku em gihiştin Cerablûsê, di sînor re em derbasî Tiriyeyê bûn. Li ser sînor em li otobusên mezin ên MÎT'ê temîn kirî siwar bûn û piştî 2-3 saetan em gihiştin cihekî 3-4 kîlometre nêzî Til Ebyadê. Em li vê derê ji otobusan peya bûn û bi peyatî ber bi hedefa xwe ve meşiyan. Piştî ku em ketin nava Til Ebyadê, du komên me çûn gundê Eyn Erûsê. Komekê berê xwe da şîrketa elektrîkê, koma din jî rêya Şergîrat û Kobanê girt. Ez di nava Koma Ebû Celabî Cezrawî ya ji deh kesî de bûm. Vê komê êrîşî şîrketa eletkrîkê kir.”
‘Leşkerên Tirk gule berdan YPG’ê’
El Septî got, nuqteyên ku wan xwe gihandinê, di navbera hin komên wan û YPG'ê de şer zû destpê kir û wiha peyivî: “Piştî ku bi destwerdana YPG'ê re şer giran bû, me xwe ber bi sînorê Tirkiyeyê ve vekişand. Di dema vekişînê de leşkerên Tirk gule berdan YPG'ê, da ku em karibin bi hêsanî xwe vekişînin. Jixwe di civîna piştî plansaziyê de temînat ji me re hatibû dayîn, eger em tengav bibin wê leşkerên Tirk di dema vekişînê de guleyan berdin YPG'ê û bi vî rengî em ê xwe bi hêsanî vekişînin.
‘Leşkerên Tirk soz da me’
Çeteyê DAIŞ'ê Mûad Abdala El Septî diyar kir ku dema wan êrîşî Til Ebyadê kir, li ser sînorê Tirkiyeyê gelek tank û leşlerên Tirk disekinin û wiha pê de çû: “Di heman demê de li ser sînorên Cerablûs, Kobanê û Til Ebyadê gelek leşker hatibûn bicihkirin. Ji bo em êrîş bikin, plan kirin, rê vekirin û soza ku wê di sînor re bên alîkariya me, bi cih neanîn.”
‘Em li dijî Tirkiyeyê şer nakin’
Mûad Abdala El Septî got ji ber ku şerê li hemberî Tirkiyeyê bi kêrî wan nayê, ew li dijî Tirkiyeyê şer nakin û wiha axivî: “Çek-cebilxane û hemû pêdiviyên me di ser Tirkiyeyê re tên. Lewma şerekî li dijî Tirkiyeyê ti carî neket rojeva me. Eger têkiliya me ya bi Tirkiyeyê re xera bibe, wê hatina hemû pêwîstiyên me jî bisekine. Ji ber ku cebilxane û hemû pêwîstiyên me ji Tirkiyeyê tên, em li Tirkiyeyê naxin.”
‘Tekiliyên me ti carî qut nebûn’
El Septî ragihand ku di navbera DAIŞ'ê û Tirkiyeyê de li ser planên gelekî mezin û veşartî dihat axaftin û got, “Ji ber vê yekê, di navbera me û Tirkiyeyê de danûstandin û bazareke mezin heye. Û ev yek ti carî qut nebû. Piştî ku Til Ebyad ket bin kontrola YPG'ê, vê danûstandinê di ser Cerablûsê re dewam kir. Maşînên teqemenî barkirî me di ser Tirkiyeyê re dişandin Til Ebyad û cihên din. Nîvê gelê Tirkiyeyê alîgirê DAIŞ'ê ye. Li Tirkiyeyê di nava gelek sazî û xebatkaran de hucreyên DAIŞ'ê hene.”
‘Ji Tirkiyeyê diçin Ewropa’
Çeteyê DAIŞ'ê Mûad Abdala El Septî bal kişand ser hebûna DAIŞ’ê li Dîlok û Rihayê û got: “Li gelek cihên weke Dîlok û Rihayê hînê kampên veşartî yên DAIŞ'ê hene. Jixwe yên ku tên tevlî DAIŞ'ê dibin an jî ji nava DAIŞ'ê diçin hin welatên din, di ser Tirkiyeyê re diçin û tên. Yên tên tevlî DAIŞ'ê dibin û dûre poşman dibin, eger karibin xwe xilas bikin, di ser Tirkiyeyê re diçin Elmanya yan jî welatên din ên Ewropa û cîhanê. Hin jê jî DAIŞ bi xwe ji bo çalakiyan pêk bînin, wan di ser Tirkiyeyê re dişîne."
‘Yên tevlî DAIŞ'ê dibin zerarê dibînin’
Endamê çeteyên DAIŞ'ê Mûad Abdala El Septî got, yên tevlî DAIŞ'ê dibin zerarê dibînin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Yên li dora maseyê planan dikin hene, lê yên li bereyê dimirin cuda ne. Di navbera berjewendiyên van her du aliyan de cudahiyên gelekî mezin hene. Ez zewicî me, hevsera min û zarokên min li dû min man. Ez niha girtî me, halbûkî yên min xistin nava vî şerî niha li dora maseyê rûniştine, kêf kêfa wan e."