16 Cotmehê hêzên Îraqî êrîşî ser navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêma Kurdistanê kirin. Di demeke kurt de destdanîn ser rûberek berfireh ji axa Başûrê Kurdistanê. Ev êrîş rojek piştî civîna ku di navbera PDK û YNK a li navçeya Dukanê bi serokatiya Mesûd Barzanî û Fuad Me'sûm pêkhatibû qewimî. Biryarên di civînê de hatibûn girtin, ji raya giştî hatibûn veşartin. Kontrol kirina van herêman ji aliyê artêşa Îraqê ve li hember referandumê karvedanek bû, lê li gorî destûra Îraqê û peymanên berê yên di navbera rêveberiya Başûr û hikumeta navendî de gavek rewa ye.
Rûbera giştî ya Başûrê Kurdistanê 86,269 kîlometrekare ye, ji vê rûberê 41,939 kîlometrekare dikeve sînorê fermî ya herêma Kurdistanê. Ev tê vê wateyê ku ji % 48.6 ya axa Başûr dikeve sînora herêmê, û %51.4 jî dikeve derveyî sînora herêmê.
Piştî serhildana sala 1991´an, Neteweyên Yekbûyî bi navê xeta 36´an, herêma Kurdistanê weke navçeya ji firînê re qedexe diyar kir. Navçeyên ku diketin sînora vê xetê, ew navçe bûn ku di bin rêveberiya Kurdan de bûn.
Ev pêvajo heya 2003´an berdewam kir. Di şerê 2003´an a Îraqê de, hinek navçeyên din jî ketin bin kontrola rêveberiya PDK û YNK'ê. Di destûra nû ya Îraqê de, carek din herêmên ku 1991-2003 ji aliyê Kurdan ve dihatin birêvebirin, wekî sînora fermî ya herêma Kurdistanê hatin diyarkirin. Navçeyên din ên axa Kurdistanê, di destûra nû de li gorî madeya 140´an weke navçeyên ku çarenûsa wan ne zelal e û nakokî li ser wan heye, hatin diyar kirin.
Sala 2014´an, di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de, tevî Kerkûkê gelek navçeyên din ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatin kontrol kirin. Bi vî awayî mirov dikare bibêje, hemû axa Başûrê Kurdistanê bi xwîna nêzî 2000 pêşmergeyan hate rizgarkirin û ket bin sîwana rêveberiya herêma Kurdistanê.
Dema bi DAIŞ'ê re şer dihat kirin, Mesûd Barzanî di daxuyaniyên xwe de, qala vê yekê dikir ku piştî şerê DAIŞ'ê jî, wê ew herêm di bin kontrola pêşmergeyan de bimînin. Lê xuya bû ev tenê propagende bû, ji ber ku berî şerê DAIŞ'ê, Barzanî bi hêzên hevpeymanan û Îraqê re peymanek îmze kiribû. Li gorî peymana ku ji gel hatibû veşartin, piştî şer wê hêzên pêşmerge heta cîhên berê paşvebikşin.
Dema ku pirsgirêkên di navbera Başûr û Îraqê de bi sedema siyasetên şaş ên Barzanî û herdû partiyên desthilatdar kûrtir bûn, bi taybet kirîzên ku piştî referanduma serxwebûnê derketin holê, rê li ber bûyerên nû vekir.
Barzanî berî referandumê ji bo paşdexistina referandumê, guh neda gotina tu aliyên Kurdistanê û dewletên cîhanê û piştî 25'ê Îlonê jî tenê ma û hemî derî jê re hatin girtin. Dostê wî yê bi salan Turkiye jî pişta xwe dayê. Bi vî awayî zext û gefên ser Kurdistanê zêde bûn.
PDK di bin zextên Amerîka, Turkiye, Îraq û Îranê de, bi YNK re rêkeftinek nû îmze kir. Ji bo ku berjewendiyên aborî û desthilatdariya herdû partiyan nekeve metirsiyê, li hember xwestekên Îraqê nermtir bûn. Herdû alîyan qebul kir ku sînora madeya 140 teslîmî hêzên Îraqî bikin. Li gorî vê yekê ew axa ku PDK jê re dibêje "dilê Kurdistanê" û YNK jê re dibêje "Qudsa Kurdistanê" teslîm bikin.
Piştî vê peymanê, ji PDK û YNK xwestin vê dosyeyê bixin bazarê. Her yek ji wan dixwest rûreşiya xwe kêm bikin û xelas bibin. Barzanî û PDK ku xwe wekî xwediyê Başûr û referandumê didîtin, xwestin ji jêr ve li hember YNK komployek bikin. Bi vê komployê xwestin bandora YNK li ser navçeya Kerkûkê kêm bikin, her wisa xwestin navendên petrolê ên ku di bin kontrola wan de ne, di destê wan de bimînin. Bi taybet piştî ku ev referandum bû destketî ji bo Barzanî, malbata Talabanî û beşek ji YNK jî xwestin li PDK bixin û bandora PDK sînordar bikin. Her wisa YNK bi hêvî bû ku tola 31'ê Tebaxa 1996´an ji PDK hilde. Malbata Talabanî bi Îran û Îraqê re komployek li hember PDK kir û derfeta bazarê ji PDK re nehişt.
Di demek kurt de % 51.4 ji axa Başûr ku ji Kerkûk, Şengal, Mexmûr û gelek navçeyên din pêk tê, ketin bin kontrola Îraqê. Herdû aliyan bi kiryarên xwe yên ne neteweyî û ne nîştîmanî, derbeyek mezin li pirsgirêka Kurd û Kurdistanê dan.
Barzanî bi alîkariya YNK û partiyên din, bi vê referanduma ku ji bo parastina desthilatdariya xwe derxist holê, tevî çavkaniyên aboriya wê, zêdetir ji nîvê axa Başûr ji dest da. Her wisa dîplomasiya Başûr bi carekî şikest û pirsgirêka Kurd ji pirsgirêkek navneteweyî bû pirsgirêka navxweyî ya Îraqê.
PDK û YNK bi vî awayî îxanetek mezin li gelê Kurdistanê kirin. Dîrok wê qet ji bîr neke û wekî “îxaneta Oktoberê” di bîra her kesî de bimîne.
Pirs ev e: Gelo wê gelê Başûr êdî bikaribe PDK û YNK ceza bike û wan ji qada siyasî û desthilatdariyê dûr bixe an bandora wan sînordar bike?