Di dema deshilatdariya rêjima Bass (1963-2003) de herî kêm 182 hezar keç, xort, mêr, kalikên Kurd hatin Enfalkirin. Ji 182 hezar Kurdên ku di dema rijêma Bass de hatine enfal kirin, heya niha tenê hêstiyên 2 hezar kesan ji 54 gorên komkî hatine dîtin. Herê dawî jî 6 meh beriya niha li biyabana (Sehra) ya Mihal li bajara Dîwaniye li başûrê Iraqê hêstiyê 730 Kurdên Enfalkirî di gorêk komî de hatin dîtin. Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan Aram Ehmed diyar kir ku di nava vê heftiyê de dê cenazeya 730 Kurdêm enfalkirî li herêma Germiyanêbên defin bikin. Ehmed li bajara Silêmaniyê daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: “Roja duşemê dê bi merasîmek tayibet hêstiyê 730 Kurdên Enfalkirî li Rêveberatiya Polîsa Silêmaniyê bên girtin. Roja sêşemmê jî dê van hêstîya Enfalan li xala pişkinîna Silêmanî-Taslûce ber bi Qezaya Çemçemal ve tê rêkirin û wê li wê derê bên binaxkirin”.

 HEWLÊR