Hussein Bin Hamza şairekî Kurd e, lê ne şairekî Kurdî ye. Ew ji sala 2017’an ve li Elmanyayê penaber e. Ew kurdekî ji Rojava ye û li Libnanê demeke dirêj maye. Niha jî li Elmanyayê kitêbeke wî ya helbestê derçû. Şiirên wî yên bi Erebî nivîsî tevî wergera bi Elmanî hatine weşandin. Hussein Bin Hamza (Huseyin Ibn Hemza) sala 1963’yan li Hesekê hatiye dinê û di kitêba xwe de di beytekê de dibêje, “Ez ewqasî xerîb dijiyam/ weke helbesteke wergerandî”.
Lê helbestên wî wergerandî bûn; ne ku tenê Elmaniya şiirên bi Erebî, lê wî şiirên xwe ji hembêza dayika xwe derxistibûn û di hembêza dayikeke xerîb de bi mal kiribûn. Ne ku li Libnana ew ji mêj lê, Kurdî qedexekiribû, nexêr bixwesta karîbû li cem karê xwe yê nivîskariya ji rojnameyan re û weşangeriyê re bi Kurdî binivîse. Jixwe piştî ku li Elmanyayê bû penaber jî dikarîbû vê bike. Lê wî bi Erebî nivîsî û ew Erebiya bi xwe wergereke zêhnî ye, da wergerandinî Elmanî. Kitêb bi navê “Ez behsa şînê dikim ne ya deryayê” derçû.
Vêca li vê mişextiyê ew behsa xerîbiyê, tenêbûnê, evîn û zimên dike. Ha ji ber wê jî me xwest wê birîna weke kunêrê ya zimên qenc vekin, bila biêşe. Ne tenê ew vê dike; ji Mêrdînê, ji Diyarbekirê, ji Dêrsimê, ji Hekariyê berê xwe didin Stenbolê, didin Ewrûpayê û heta Emerîkayê, lê qelema wan bi zimanekî protez dinivîse; bi Tirkî!
Ne ku haya wî ji bîrînê nîne, ma ne li xerîbistanê careke din ew birîn jan dide:
Zimanê birîndar
Bi Kurdî bi Erebî
Bi Somalî bi Efxanî
Bi giranî difirin peyvên efsûnî
Weke topan di ser serê mirovan re
Di otobusan û di trênan de
Elman serê xwe ditewînin
Awirên piçûkdîtinê didin hev
Romanên xwe dîsa dixwînin
Wê xwîna ji birînan diherike nabînin
Ya ku peyvên xerîb di canê zimanê wan de çêkiribûn.
Kitêba 98 rûpelî ji weşanên Converso tevî paşnivîseke Michael Krüger hatiye weşandin. Günter Orth şiir ji Erebî wergerandine Elmanî.
FRANKFURT