Jehan (Cihan) Mukawel a 26 salî ya ji Akrê di hilbijartinên neteweyî yên Swîsreyê de namzeta parlamenteriyê ye. Jehan Mukawel a ku ji Partiya Lîberal (Freie Demokratische Partei - FDP) namzeta parlamena neteweyî ya Swîsreyê ye, beriya wê jî, serê vê salê weke yekê ji 100 jinên bi tesîr ên li Swîsreyê hatibû bijartin. Ew di gelek rêxistinên siyasî de hevkara zanistî ye û nexasim jî ji bo zarokên bi nexweşiyên kêmdîtî ketî gelekî xwebexş kar dike.

Jehan Mukawel ji întegrasyona bi sihet bawer dike û dibêje, “Mumkin e mirov întegreyî nava civakekê bibe, bêyî ku nasnameya xwe ji dest bide. Swîsre welatê min e. Ez li vir mezin bûm. Lê belê ji ber navê xwe û ji ber şiklê xwe mirov gava bi min re dipeyivin Elmaniya Swîsre bi kar naînin. Ev dihêle ku ez hîs bikim, ji bo yên din ne zelal e ku ez Swîsriyeke bi kokên xwe Kurd im.”

Axir, ew dibêje, Întegrasyon baş bi kêra Swîsreyê tê û jê re baş e.

Li gorî ku rojnamevan Wladimir van Wilgenburg pê re peyiviye, ji bo sedema xwe ya siyasetkirinê wê gotiye, “Li vir li Swîsreyê ti dengê siyasî yê Kurdan nîne û ez dixwazim vê biguherim.” Ya rastî du Kurdên ji bakur di parlamena Swîsre de hene, lê ew bi vê îşaret bi Kurdên ji Başûrê Kurdistanê dike.

Jixwe, pirraniya 60 ta 70 hezar Kurdên Swîsreyê jî ji Bakurê Kurdistanê ne.

 

BERN