Xwediyên bendavan her çiqasî armanca çêkirina bendavan ji bo hilberîna elektrîk û avdaniya zeviyan nîşan bidin jî gelê Farqînê weke sedema bi rastî ya çekirina bendavan, avakirina qereqol û derxistina madenan dibînin. Gel li hemberê qereqol û bendavan nerazîbûna xwe nîşan da û bi rojan çalakiya konan li dar xistin. Ev zeviyên berdar ji aliyê gel ve li hemberê çêkirina qeleqol, qereqol û bendavan bi dehan rojan hat parastin. Pergala kapîtalîzmê li Kurdistanê bi projeyên maden û bendavan dixwaze dagirkeriyê xurt bike. Di demên dawî de jî li herêma Farqînê lêgerîna gaza zinaran destpê kiriye. Gaza zinaran her çiqasî li welatên derve bê qedexekirin jî li Kurdistanê derxistina gaza jehrî dewam dike.


Ji bo gazê bendav û qelekol

Aktîvîstê Komîsyona Enerjiyê ya Komeleya Tevgera Ekolojiyê Gultekin Aydenîz diyar kir ku di avakirina qereqol û bendavan de nakokiyên mezin hene. Aydenîz got, xeta bendav û qereqolan ji bo ewlehiye û derxistina gaza zinaran hatiyê avakirin.
Aydenîz, nirxandina xwe ya li ser gaza zinaran wiha domand: „piştî xelaskirina bendava Farqînê, 2.5 hektar erd wê bên avdan. Sêgoşeya Licê, Pasûr û Licê hem herêma erdhêjê ye hem jî li vê derê li Tirkiyeyê rezerva herî zêde ya gaza zinaran heye. Niha li vê derê nakokiyeke balkeş heye. Ev nakokî ji gel re nayê gotin. Ev qada 2,5 hektar heke ji bo avdanê be çawa li vê derê gaza zinaran tê derxistin. Di xebatên sondaja gazê de ji bo bîrekê qederê18 mîlyon metrekûp av tê bikaranîn. Bîrên kûr hem avên binê erdê jehrî dikin hem jî zeviyan. Heke dest bi van xebatan bikin di bin erdê ji ber parçebûna zinaran dê tehlûkeya erdhejan jî derkeve holê."
Aydenîz got, sermayedar dixwazin li ser erdê Farqînê bi hezaran bîrên gaza zinaran vekin û ev bîrên kû bên vekirin dê ti mafê jiyanê nedin xelkê deverê. Aydenîz, destnîşan kir ku divê gel berxwedana xwe ya li hembêrê van bîrên jehrker, bendavan, qeleqolan zêde bike û wiha peyivî: „hem xwezaya Kurdistanê texrîb dikin, hem jî gaza zinaran  û enerjiya li Kurdistanê berhev dikin jî hemûyî dibin Rojavayê Tirkiyeyê. Bi taybetî di pêvajoya çareseriyê de piştî gerîlla vekişiyan dewlet dixwaze xweza û erdê Kurdistanê parçe parçe bike, bifroşe û talan bike. Ji bo derxistina gaza zinaran dixwazin ava çeman ji bo pêwistiya bîrên gaza zinaran bikar bînin. Em dizanin ku çem û avên ku bixwazin di karên gazê de bikarbînin van çeman bi zuwabûnê re rû bi rû dimînin. Bi rastî di binê projeya bendava Farqîn û Batmanê de komkirina avê ji bo xebata sondaja gaza zinaran heye."

Gaza zinaran rûyê şerê qirêj e

Aydenîz, tehlûkeya derxistina gaza zinaran ji xweza û tendûristiya mirov re wiha rave kir: „bi xebatên derxistina gaza zinaran her der dê bimire. Ne xwedîkirina heywanan û ajotina erdan ne jî ava paqij ya binê erdê wê bimînin. Heke ev biqewime, welatiyên me dê dev ji welatê xwe berdin û piştre bi koçberiyeke mezin re rû bi rû bimînin. Divê em rê nedin komkujiyên ku bi navê eneriyê çêdibin. Ev pêkanîn rûyê şerê qirêj yên din in. Di vî aliyî de her kes bila çi dikeve ser milên wê/wî bike. Bi taybetî gelê kurd divê xwedî li xweza, çand û nirxên xwe derkeve.“

Sondajê ava gundiyan çikand

Aydenîz, li gundê Farqînê xebata sondaja gaza zinaran, weke mînak nîşan da û wiha peyivî: „li gundê Farqînê ku em lê ne, xebata sondaja gaza zinaran tirmêha 2013'an destpê kiriye. Piştre ev sondaj bê sedem hatiye betalkirn û derbarê wê de jî ti tişt nehatiye gotin. Texrîbata ku li hawîrdorê kiriye li ber çavan ne. Li gorî îdiayên gundiyan piştî ceribandina gaza zinaran li vî erdî berhemên sebzeyan kêm bûne. Piştî ku bi vê ava sondaja ji bo gazê  avdaniya zevî tê kirin, di vî zeviyî de ti tişt heşîn nebû. Di ser girtina sondajê re salek derbaz bûye, lê hê jî di zevî de ti nebat nayê çandin û ti heywan nayê xwedîkirin." 

DIHA/AMED