Bi boneya 32ꞌyemîn salvegera pêngava 15 Tebaxê, şahiya roja duyemîn a hefteya çandê ya ku li gundê Qolan ê girêdayî bajarê Dirbêsiyê tê organîzekirin, doh dest pê kir.

Di çalakiyê de endamê PYD’ê Mesûc Hac pêngava 15ꞌê Tebaxê li tevahî gelê Kurd pîroz kir û cangoriyên azadiyê bibîr anî, her wiha da zanîn ku girîngiya operesyona rizgarkirina Minbicê ne tenê ji bo gelê Rojava ye, lê ji bo tevahî gelê Sûriyeyê girîng e û ew tişt got:” Em di van kêliyan de, bendewarên mizgîniya rizgarkirina Minbicê ne. Rizgarkirina Minbicê wê bibe destpêka rizgarkirina tevahî erdên Sûriyeyê.”


Berxwederên Minbicê silav kirin 

Di şahiyê de, Koma Waşokanî stran û dîlanên ji folklorên Kurdî û Erebî, her wiha şanoyek li ser girêdana gelê Kurd bi çanda xwe jî pêşkêş kirin.

Hûnermendên Ereb jî hin stranên ji folklorê Erebî strand. Her wiha helbesvanê Ereb Mihemed Elî helbestek bi zimanê Erebî, xwend. Di dawiya şahiya roja 2ꞌemîn a hefteya çandê de, bi dirûşmeyan berxwendana şervanên Minbicê û hemû çandên Rojava, hatin silavkirin.

TEV-ÇANDꞌê ragihandibû ku ew ê bi boneya 32ꞌyemîn salvegera 15ꞌê Tebaxê, li gundê Qolan ê bajarê Dirbêsiyê hefteya çandê di bin dirûşmeya ”Çand dîrok û pêşerojê bi me dide nasîn, 15ꞌê Tebaxê bi serkeftinên Minbicê tacîdar dibe” li dar bixe.


 DIRBÊSIYÊ