Dewleta Tirk rojane xaka Kurdistanê bombe dike. Ji 16 partiyên siyasî yên di nava Parlamentoya Herêma Kurdistanê de, tenê Komeleya Îslamî, Nifşê Nû û Tevgera Goran li dijî êrişên dewleta Tirk nerazîbûn nîşan dane.
Hewildanên dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve didome. Rojane di êrişên artêşa Tirk de sivîl tên qetilkirin û zirareke mezin digihê bax û baxçeyên xelkê li herêmê. Ji 16 fraksiyonên di nava Parlamentoya Herêma Kurdistanê de, heta niha tenê fraksiyona Komeleya Îslamî, Nifşê Nû, Tevgera Goran û saziyên civaka sivîl nerazîbûnên xwe li dijî êrişa dewleta Tirk nîşan dane. Herçendî rojnamevanên li herêmê bi endamên fraksiyonên din yên nava parlamentoyê re peywendî û hewildan çêbûbe jî, lê ti endam û nûnerên rêxistinan li ser êriş û bombebarana artêşa Tirk bi fermî daxuyaniyek nedane. Parlamenterên Koma Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) yên li parlamentoya Herêma Kurdistanê, Hunermend, mamosta û ciwanên Kerkûkê bombebaranên dewleta Tirk şermezar kirin.
Ji destdirêjiyan re sînor deynin
Parlamenterê Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) yê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Kawe Ebulqadir êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got; ”Êrişên dewleta Tirk destdirêjiya xaka Kurdistanê û şehîdên Kurdistanê ye. Tişta ku Tirkiyeye dike binpêkirina serweriya xaka Kurdistanê ye. Hêvîdarin ku demildest van destdirêjiyên xwe rawestîne. Daxwazê dikin ku serokên hikûmet, parlamento û Herêma Kurdistanê dengê xwe derbixin û bi hevkariya li gel hikûmeta Iraqê sînorek ji bo van destdirêjiyan deynin.”
Bi salan e li dijî PKK şer dike
Berdevkê Koma Yekîtî Niştîmanî Kurdistan (YNK) li parlamentoya Herêma Kurdistanê Luqman Werdî jî got: ”Mixabin, bi salene herêmên sînor ên Kurdistanê tê bombebarankirin. Li Binarê Qendîl, Amêdî, Bradost û Behdînan xelkê sivîl dibin qurbanî. Herî dawî li kortêkê kesên sivîl hatin qetilkirin. Em dizanin bi salene dewleta Tirk li dijî tevgera azadî şer dike. Vî şerî bandoreke mezin li aborî û hêza Tirkiyeyê kir. Lewma li gorî dîtina min, baştir e ku aliyên siyasî li çareserkirina pirsgirêka Kurd vegerin. Li Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd re wê hem ji bo Tirkiyeyê aramî pêk were, hem jî pirsgirêka Kurd çareser bibe. ”
Qebûl neke êdî bes e
Hunermend, mamosta û ciwanên Kerkûkê jî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin. Hunermend Dana Tahir got: Ez weke hunermendekî van êrişên dagirkeran qebûl nakim. Ez bang li Hikumeta navend û Hikumeta Herêma Kurdistanê dikim da ku li hemberî vê dagirkeriyê xwedî helwest bin. Armanca Tirkiyê ne PKK’ye, armanca wan reştir e, û dixwaze Kurdistanê dagir bike. Divê Hikumeta Herêmê vê yekê nepejirîne û êdî bes e.
PKK bi hawara Şengalê ve hat
Mamosta Hesîbe Abdula: Mixabin di navbera du hikumetan de em dimînin, serweriya me tê binpêkirin û ti helwestek jî nîne. Bi daxuyaniyan jî nikarin nerazîbunê nîşan bidin û êrişan şermezar bikin. Di heman demê de dema ku li welatekî dûr bûyerek rû dide, hemû wê bûyerê şermezar dikin. Lê ji bo navxweyî ti helwestek nîne. PKK ew hêz e ku di dema herî teng de bi hewara parçeyên Kurdistanê ve çûye. Ez bi wê re nînim ku PKK ji cihên heyî derkeve. Ji ber ku me dît di dema firotina Şengalê de, PKK bi hewara wan ve hat û piştgirî da wan.”
Amed Kerkûkî: Tirkiye bi hêceta PKK’ê dixwaze hemû Başûrê Kurdistanê dagir bike. Wisan diyare ku armanca dewleta Tirk ne tenê PKK’ye, dagirkirina Kurdistanê û tinekirina netewa Kurd ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye. Wek me dît Efrîn dagir kir.
Dixwazin şerê navxweyî derxin
Rojnamevan Kemal Reuf jî got: Hêzên Xweparastinê yên Başûrê Kurdistanê peyameke xurt e hem ji bo dewleta Tirk hem jî ji bo wan hêzên ku li dijî dagirkeriya Başûr bêdeng dimînin. Dewleta Tirk hewil dide şerê navxweyî di nava Kurdan de derxe, PDK jî alîkariya wê dike. Herî dawî di encama êrişa balafirên şer ên Tirk de li Korteka Binarê Qendîlê 3 sivîlên ji heman malbatê şehîd bûn û 5 sivîl jî birîndar bûn. Piştî vê komkujiyê di nava gelê Başûr de nerazîbûnek mezin li dijî artêşa Tirk û bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê çêbûye.”
KNK’ê komkujiya Kortekê şermezar kir
Komîteya Mafê Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) komkujiya li Kortekê şermezar kir û bang li parlementoya Herêma Kurdistanê kir ku erka xwe pêk bîne.
KNK’ê bang û daxwazê li tevahî hêzên siyasî, sivîl û civakî û mafperwerên kurd û Kurdistaniyên navxwe û diasporayê dike ku bi berpirsyarî, mirovdostî û welatparêzî li dijî tawan û sûcên dewleta Tirk û hemû dagirkerên Kurdistanê bisekinin û erkên ser mile xwe bicih bînin û bêdengiyê bişkînin.
NAVENDA NÛÇEYAN