Parlementerê BDP'ê ya Bedlîsê Zenderlîoglu jî, diyar kir ku gelê Kurd di çar perçeyan de li ser linga ne û da zanîn ku Kurdan dema xwe ya hişyariyê temam kiriye û êdî pêvajoya bidestxistina deskeftiyan destpê kiriye. Zenderlîoglu, destnîşan kir ku têkoşîna ji roja destpêkiriye heta niha fêkiyên têkoşîna bi keda gelê Kurd bilind kiriye hêdî hêdî dicivîn e û ev tişt gotin: "Gelê me pêşî rabû ser piyan û niha jî dest bi deskeftiyan bidest dixe. Bila dost-dijmin her kes zanibe ku gelê Kurd heta azadiya xwe nestîne dê dawî li têkoşîna xwe neyine. Di berê de kesên me tune dihesiband îro neçar mane bi serokatiya me re muzakereyê bike. Ev yek jî bi keda hatî dayîn û xwîna şehîdên me pêk hatiye. Ji ber di çar perçeyên Kurdistanê têkoşîneke bi rûmet dane û têkoşîneke lehengî dane meşandin ji gerîla û gelê Kurd re spas dikin. Heta dawiya xwîna me em dê bi şehît û têkoşîna xwe re bin. Careke din ji hemû malbatên şehîdên me re sersaxiyê dixwazin, li ber têkoşîna rêhevalên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewîn im."
Piştî axaftinan xwarin li beşdaran hat belavkirin.
DÎHA/BEDLÎS