Festîvala Fîlman a Serbixwe ya Global a Berlînê di 28’ Çileyê li paytexta Almanya Berlînê dest pê dike. Di festîvalê de wê fîlmên li ser berxwedana Kurdan û dokumentera jiyana ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz “Sara: Jiyana min her şer bû” bên nîşandan.
Di festîvalê de şeş jê ji Kurdistan û Tirkiyeyê wê 43 fîlmên berxwedanê yên ji 27 welatan di festîvalê de bên nîşandan. Festîval saet di 13:30 de li salona sînema ya Movîmento destpê dike.Festîval wê heta 31’ê Çileyê bidome.
Fîlmên ji Kolombiya heta Kurdistanê
Di destpêka festîvalê de wê fîlmê li ser parêzerên mexdûrên şîdeta dewletê yên ji sala 1978’an û pê ve li Kolombiyayê rast hat, were nîşandan.
Fîlmên Kurdan ên bi navê “Sara: Jiyana min her şer bû”, “Nû Jîn” û “Rojava: Demokrasiya Bêdewlet” werin nîşandan.
Her wiha piştî nîşandana fîlman, wê bi beşdariya derhêner û aktîvîstên fîlm çêkirine, platforma nîqaşê were organîzekirin.
Dixwazin sîstema Rojava bidin nasîn
Ji ekîbên festîvalê Peter Azozomox da xuyakirin, ku ew dixwazin tevger û têkoşînên berxwedanê yên li erdnîgariyên cuda û jiyanên nû yên alternatîf vebêjin. Azozomox diyar kir, wan îsal bi taybetî cih dane berxwedana Kurdan ji ber ku di rewşa heyî de alternatîfa herî bi bandor tevgera Kurd e. Azozomox destnîşan kir ku ew dixwazin sîstema li Rojava bidin nîşandan.
Azozomox da zanîn ku wî bi xwe pêşniyar kiriye fîlmê “Jiyana min her şer bû” bê nîşandan û got, “Sara di têkoşîna jinê ya gerdûnî de şervaneke gelekî girîng bû. Min xwest têkoşîna wê hîn bêhtir were dîtin. Hevalên din jî qebûl kirin.”
BERLÎN