
Nûnerên 30 partî û rêxistinên Kurdî û Erebî ên Rojava serdana bargeheke leşkerî ya li nêzî eniyên şer ên başûrê Kobanê hatin kirin û piştgiriya xwe bi hêzên YPG/YPJʹê re anîn ziman. Nûnerên Partiyan destnîşan kirin ku gelê Kurd dê li dijî hemû pîlanan yekîtiya xwe ava bikin.
Nûnerên Partî û rêxistinên siyasî ji aliyê Berdevkê Fermî yê YPGʹê Rêdûr Xelîl û Berdevka Fermî ya YPJʹê Nesrîn Ebdulah, her wiha bi dehan şervanên YPG/YPJʹê ve hatin pêşwazîkirin. Şervanan di dema pêşwazîkirinê de merasîma leşkerî lidar xistin.
Paşê û di dema serdanê de Hevserokê Desteya Parastinê yê Kantona Cizîrê Rêzan Gulo axivî û bal kişand ser girîngiya hevgiritina hemû gelê Kurd û yekîtiya wan di li dijî siyasetên ku dijberiya berjewendiya gelê Kurd dike û bi taybet di vê dema hesas ku herêm jiyan dike de.
Gulo, da zanîn ku yekîtiya gelê Kurd ji lihevkirina siyasî ya li ser erdê destpê dike û da zanîn ku divê gelê partiyên Kurd di zûtirîn dem de yekîtiya xwe xurt bikin û kongreya netewî lidar bixin û wiha dawî li axafitna xwe anî: ʺBi yekîtiyê dê destkeftiyên leşkerî bêne tacedarkirin. Em ê heta dawî şopdarê riya şehîdên xwe bin. Em ji gelê xwe re dibêjin, çiqasî partî pir bûn, dê bandoreke erênî li gelê Rojava û şoreşa wî bike. Ne wekî hin derdor dibêjin. Pirsgirêkên heyî jî dê di demên nêzî de bi saya berxwedan û tekoşîna şehîdan were çareserkirin. Em mecbûrin hemû bi rihê berxwedanê Rojava bibin serkeftina mayîne da ku ji hemû gelên herêmê re bibin mînak.ʺ
Paşê Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Salih Gedo jî axivî û got ku gelê herêmê kêliyên dîrokî jiyan dikin û ev tişt anî ziman: ʺPartiyên me yên siyasî îro di qadên şer de kom dibin. Hemû pişgiriya YPG/YPJʹê dikin.Îro bandora gelê Kurd di tevahiya herêmê de û bi taybet di Sûriyê de gelekî mezin bûye, jiyana hevbeş roj piştî rojê mestir dibe, gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb û herwekî din hevgiritina xwe mezintir kirine. Em careke din tekz dikin ku em ê heta dawî piştevanên şervanên xwe bin.ʺ
Endama Kongreya Star Welîde Bûtî jî axivî û got ku hêzên YPG/YPJʹê bi hmeû hêza xwe şerê dijminê mirovahiyê ye dike û wiha dom kir: ʺEm bi navê jinên Rojava û Kongreya Star dibêjin ku em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya hêzan dikin. Sekna me hemûyan îro li vê qadê serkeftineke gelekî mezin e. Em hêvîdar in ku em di zûtirîn dem de bighêjin hev û kongreya xwe ya netewî ava bikin û hemû pirsgirêkên xwe yên heyî çareser bikin.ʺ
Piştî axaftinan nûnerên partî û tevgeran xatir ji şervanan xwestin û paş de zîvirîn.
ANHA / KOBANÊ