
Di nameya şaredarên ji Partiya Karker a Sosyal Demokrat de Swêd, Yekîtiya Ewropa û civaka navneteweyî jî tê rexnekirin ku bi têrkerî li ber binpêkirina mafên mirovan, azadiya çapemenî û ramanê ya li Tirkiyeyê ranabin.
Şaredaran bi bîr xist ku piştî erkdarkirina qeyûman li hin şaredariyên Kurdan û girtina 28 rêveberên şaredariyan, herî dawî Hevşaredaren Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatine girtin û diyar kirin ku hikûmeta Tirk tevî şaredaran, her wiha rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan jî digire.
Divê civaka navneteweyî bêdeng nemîne
Şaredaran bal kişandin ser girtina gelek ajansên nûçeyan, qenalên televîzyonê û rojnameyên rojane û dan zanîn, ku hin parêzerên parastnê jî hatine girtin.
Di nameyê de hat gotin, “Divê hikûmeta Tirk hurmetê nîşanî mafên mirovan û pîvanên bingehîn ên serxwebûna şaredariyan û dewleta hiqûqê bide. Gultan Kişanak û Firat Anli ew siyasetmedar in ku bi dengekî xurt ê gel hatine hilbijartin. Em weke şaredarên bajarên cuda yên Swêdê û siyasetmedarên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, dixwazin piştgiriya xwe ya ji bo hempîşeyên xwe yên li girtîgehê ne, nîşan bidin.”
Dawaza azadiya şaredaran
Şaredaran da xuyakirin ku ew girtina hempîşeyên xwe û siyasetvanên hilbijartî, protesto dikin û xwestin hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli “derhal werin berdan.”
Divê zext li Tirkiyeyê were kirin
Şaredar ji Swêdê, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî jî dixwazin, ji bo berdana rêveberên şaredariyan û rêzgirtina ji pîvanên bingehîn ên demokrasiyê û azadiya çapemenî û ramanê re, zextê li Tirkiyeyê bikin.
Şaredarê Avesta, Lars Îsacsson ku pêşengiya nivîsandina vê nameyê kir, da zanîn ku binpêkirina mafên mirovan û azadiya ramanê li Tirkiyeyê gihîştiye asteke ku mirov nema dikarin tehemûlî wê bikin û ragihand ku parlamenterekî Avesta wê vê mijarê bixe rojeva parlamenê jî.
MURAT KÛSEYRÎ / ANF / STOCKHOLM