Nûçeya kanala televizyonê ya dewletê ya Elman a ji bo eyaleta Hessenê, Hessenschau bi ser nivîsa van rapvanên ji Hessenê divê hûn nas bikin nûçeyek weşand. Di rêza 3´yên pêşî de jî 2 Kurd hene. Yek jê Azad û ê din jî Haftbefehl (fermana girtinê) ye.

Nûçe Azad wiha dide nasîn: Ji hîmên rapa Frankfurtê yek jê jî Azad e û wî rê vekir li ber Gangsta-rap a Elmanî. Destpêka wî ya bi endametiya “Asiatic Warriors” 30 sal li dûv xwe hiştine. Hingê, koka wî ya Kurdî-Îranî hîna di metnên wî de diyar bû. Serketina Azad a pêşî sala 2007´an bi sîngla wî “Prison Break Anthem (Ez bi te bawer im)”, strana ji bo rêzefilma RTL´ê “Prison Break” bû. Azadê Frankfurtî hingê xelata plaka zêrîn wergirtibû.

Ew di metnên xwe de xwe weke “Betonpoet (şairê betonî)” bi nav dike. Bi albûma xwe ya herî dawî “NXLVL” ew pesnê taxa Frankfurtê (ya ew lê mezinbûyî) bi sîngla “In der Hood” dide. Vê Gulanê albûmeke wê ya nû wê derbiçe bi navê “Der Bozz 2”.

Navê medenî yê Azad, Azad Azadpour e, ew 24. Çiriya Paşîn li Sinê hatiye dinê û li Frankfurt-Nordweststadtê mezin bûye.

Haftbefehl

   

Ev mexlasa rapvanê Kurd ê ji Offenbachê, yanî Haftbefehl tê maneya fermana/biryara girtinê. Û bele sebeb lê nehatiye kirin. Piştî albûma xwe ya destpêkê, “Azzlack Stereotyp” (2010), kariyera wî her ber bi jor ve çû. Ha beriya wê destpêkê, bi rastî jî li dijî wî fermana girtinê hatiye dayîn: sala 2006´an ji ber vê fermanê pêşî ew revî Holanda û paşê Tirkiyeyê. Axir Hessenschau wî wiha dide nasîn: “Di vê demê de (ya ku ji ber fermana girtinê reviya) metnên wî yên pêşî hatin nivîsîn, ku wî piştî vegera xwe ya Offenbachê di cih de bi muzîkê li hev anîn. Sîngla wî “Chabos wissen wer der Babo ist (Chabo dizanin kî babo ye)” ya ji albûma wî ya sêyem “Blockplatin” (2013) ji nava xelkê nasê rapê û wêde jî hate naskirin, piştî wê Babo, bû peyva salê ya ciwanan. Niha êdî, çawa ku heyranên wî jê re dibêjin Haft yan jî Hafti, bi du markeyan împaretoriyeke xwe ava kiriye.”

Navê medenî yê Haftbefehl, Aykut Anhan e. Ew 16´ê Kanûna 1985´an li Offenbachê hatiye dinê û li wê mezin bûye.

 

FRANKFURT