Tîmên Xençer duh peyama kuştinê ji Mesut Aslan, Azad Tahîroglu, Necdet Tarlak û Zinar Boga re peyama "Ji bo parastina yekîtiya welat, bilindkirina ala şen a li ezman û xwîna şehîdan li erdê nemîne me ji xwe re kuştina 1 Zinar Boga, 2 Necdet Tarlak, 3 Mesut Aslan û 4 Azad Tahîroglu wekî peyvirek dît. Li ser peyama ku bi navê "Tîma Xençer" hat şandin welatiyê bi navê Mesut Aslan û Azad Tahîroglu, serî li Dozgeriya Komarê ya Nisêbînê dan. Piştî serlêdanê Mesut Aslan û Azad Tahîroglu diyar kir ku wan serî li dozgeriyê dan û gotin ewlehiya wan tune lê dozger jî bersîva "Ewlehiya me jî tune" daye wan.

Mesut Aslan anî ziman ku ji vê saetê û şûnde tiştek bi serê wî û 3 hevalên wî de bê "Tîma Xençer" ku peyam ji wan re şandiye berpirsiyar e. Aslan, da zanîn ku niha ewlehiya wan tune û xwest kes vê peyamê biçûk nebîne û li hemberî vê peyamê sersariyan nake. Aslan, anî ziman ku dê serî li ÎHD'ê bidin û bixwazin hemû cemawerî vê yekê zanibin.

 DÎHA/MÊRDÎN