Barzanî di aliyekî de hebûna serbazên Tirk a li Herêma Kurdistanê û li ser axa Iraqê bi awayeke zirav parast û di aliyê din de jî gef li PKK’ê xwar.

Tevî ku di pişt gêrîşên DAIŞ’ê de yên li Başûr jî dewleta Tirk û AKP hene jî Barzanî bi mijara hebûna leşerên Tirk ên Beşîqa de got; “Dema DAIŞ’ê êrişî Herêma Kurdistanê kir leşkerên Tirk jî hatin alîkariyê û perwerdeya polîs û hêzên ewlekariyên ku ji Mûsilê reviyabûn, girtin ser xwe. Her wisa ji bo dilxwazên ji bo Mûsilê jî wargeheke cuda vekirin. Hinek alî ji bo berjewendî û meseleyên xwe hebûna Tirkiyê mezin kirin. Niha daxwaza min ewe ku Bexda û Enqere di vê mijarê de li hev bikin û nehêlin ti tiştek ziyanê bide têkiliyên di navbera wan de.”

 ‘Milîsên Şîa wê nekevin Telaferê’

Barzanî pirsa, Tirkiye fikarên xwe yên di derbarê ketina Mûsil û Telaferê ya Heşd El Şeebî de parve kir û wiha bersiv da; “Beriya operasyona Mûsilê di encama muzakereyên dûr û dirêj de hatibû diyarkirin wê kî li kuderê bisekine. Niha diyare wê kîjan hêz bikevin Telafer û Mûsilê. Wê milîsên Şîa nekevin van bajaran. Heya niha hemû alî li gorî vê lihevkirinê tevgeriyane û hêvîdarim ku dê wisa jî berdewam bike.”

 ‘Em ê paşve nekişin’

Di mijara operasyona Mûsilê de jî Barzanî wiha got: “Piştî ku qadên di destê DAIŞ’ê de ji dest wan hatin girtin şûnde, madeya 140 a ku statuya xwe hîn ne diyare û tê texmîn kirin ku wê pêşî li nîqaşan veke. Qadên beriya operasyona Musilê ku 17’ê Cotmehê destpêkiri bû ji bo me sînore û emê paşve nekişin.” Der barê statuya Kerkûk û Şengalê de jî Serokê PDK’ê diyar kir ku qadên wan girtine, ew ê bernedin.

‘Karê PKK’ê li Şengalê nîne’

Mesud Barzanî di dawiya gotina xwe de li ser hebûna PKK’ê ya li Şengalê jî bi awayeke zirav gef li PKK’ê xwar û wiha got; “Daxwaz û nêrîna min ewe ku Kurd bi hev re şer nekin. Lê hinek kom vêya îstîsmar dikin û sûd ji siyaseta me digirin. Kareke PKK’ê li Şengalê nîne. Ji ber ku ew wir ji xwe re bikar tînin.” 


NAVENDA NÛÇEYAN