Malbata Atîlla, şevê din cenazeyê Atîlla, şevê din ji Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê wergirtin û anîn Edeneyê. Serê sibê bi hezaran welatî li taxa Gulbahçesî kom bûn û birin goristana Kuçukoba. Bi hezaran kesan darbesta Atîlla li ser milê xwe kir û bi alên PKK'ê û posterên Rêberê KCK'ê Ocalan meşiyan. Girsê di meşê de bê navber dirûşma "Bijî Serok Apo", "Ey şehîd riya te riya me ye", "Hevalê me Şoreş nemir e" û "Şehîd namirin" berz kirin. Girse piştî gihişt ser goristanê, ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girt. Di merasima cenaze de nameya Atîlla nivîsandibû hate xwendin û sirûda "Çerxa şoreşê" xwend. Piştî merasimê û duayan cenazeyê Atîlla bi dirûşma "Şehît namirin" hate definkirin. Li ser gora Atîlla bi Kurdî û erebî zimêr bilind bûn. Girse, piştî merasimê bi meş heta taxa Karasu meşiyan û konê şînê ziyaret kir.

Nameza Abdulkadir Atîlla
Ciwanê 17 salî Abdulkadir Atilla, beriya çalakiyê name nivîsand û name li pey xwe hişt. Atîlla di nameya xwe de wiha got: "Ez Şoreş. Li gel ez vê têkoşînê nas dikim, sedema vê çalakiyê tenê hezkirin û famkirina min a Rêber Apo ye. Ji ber ku ez ji gerîlla hez dikim. Ne pêkan e ku ez bandora wan a li ser xwe vebêjim. Bandora xaltî, pismam û xizmên min jî li ser min heye. Bi xêra xaltiya xwe min Rêber Apo di zarokatiya xwe de nas kir. Ez zêde der barê bîrdoziya PKK'ê û Rêber Apo de ne xwedî agahî me. Ez jî wekî hevalên ku xwe şewitandin ji bo Rêber Apo dixwazim nameyekê li pey xwe bihêlim. Ez Rêber Apo, gerîilla, şehidan, girtiyan, xwişk û birayên xwe pir hez dikim. Ji bo ez tecrîda li ser Rêber Apo û pêkanînên li dijî gelê Kurd şermezar bikim vê çalakiyê pêk tînim. Ez weki ciwanê Ereb, tecdîr û pêkanînên li ser gelê Kurd qebûl nakim. Ez destê hemû dayikên Kurd macî dikim. Her kesî slav dikim. Bijî Serok Apo, PKK, HPG, Şehit namirin. Ger ku hûn vê nameyê qebûl bikin ez dê mirovê herî bextewar bim." 
Atîlla têbini li bin nameyê nivîsand û xwest name bigêje destê xalê wî. Xalekî Atilla Veysi Kaya jî di 9'ê Sibata 2006'an de li Edeneyê ji bo zextên li ser Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan şerezar bike bedena xwe dabû ber agir û jiyana xwe ji dest dabû.

DÎHA/EDENE