Malbata gerîlaMustafa Yenî (Baran Botan) yê ku di 16'ê Mijdarê de li Geliyê Tiyarê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest da, ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn navçeya Farqînê ya Amedê. Cenazeyê HPG'î Yenî ji aliyê karwanekî mezin ve hate pêşwazîkirin û bi tevlêbûna 100'an maşîne birin gundê Muluksara yê navçeya Farqînê. Di ketina gund de girsê cenazeyê HPG'î Yenî bi alên PKK, KCK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşwazî kirin. Girsê, darbest danîn ser milê xwe û bi alên kesk, sor û ser pêçan. Di meşê de posterên Ocalan û wêneyên 4 gerîlayên HGP'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dabûn vekirin. Girseya ku cenaze danîn ser milê xwe 3 kîlometreyan meşiyan. Di meşê de endam û rêveberên BDP, MEYA-DER, Şaredarê Farqînê, endamên meclisa şaredariyê û TUHAD-DER'ê jî di navde bi hezaran kes amade bûn.
Cenazeyê HPG'î Yenî piştî li Mizgefta gund wecîbeyên olî hatin kirin bi ala PKK û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêçan û birin ser gorê. Girsê ji mizgeftê heta goristana gund bi sloganên "Şehid namirin", "PKK gel e gel li vir e" berz kirin. Cenazeyê Yenî li ser gorê bi sloganên "Bi can bi xwin em bi terene ey serok" û "Şehit namirin" hate definkirin. Bi hezaran kesan piştî cenazeyê Yenî defin kir deqeyekê rêz girtin û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Seroka MEYA-DER'a Amedê Leyla Ayaz, sersaxî ji malbatê û gelê Kurd xwest û diyar kir ku ew dê têkoşîna wan berdewam bikin. Piştî axaftinan li gund mala sersaxiyê hate vedan û girse derbasî mala sersaxiyê ku 3 rojan vekirî bimîne bûn.
DÎHA/AMED