Cenaze ji aliyê hezaran kesan ve ji ber Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê hate wergirtin. Cenazê Şêxê piştre bi karwanekî maşinan birin Goristana Şehîdan a li gundê Termîk.

Piştî cenaze gihîşt goristanê li vir merasîmek hate lidarxistin. Merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir  û nûnerên partiyan û saziyên civakî jî tevlî bûn de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Miso, hevseroka Meclisa Gel a Kobanê Ayşe Efendî, li ser navê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Kêlo Îso û li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî Mehmûd Bişrî axivîn û şehîdên şoreşê bibîr anîn. Di axaftinan hate destnîşan kirin ku êrîşên hovane yên komên çete nikarin iradeya gelê Kurd têk bibin.  Piştî axaftinan Cenazeyê Salih Silêman Şêxê bi tilîliyan û dûrişmeyan spartin axê. Salih Silêman Şêxê di sala 1959`an li gundê Cib El Ferec yê Rojavayê Kobanê jidayik bûye û roja 8`ê Çile di êrîşa komên çete ya li ser gund jiyana xwe jidest da.

KOBANÊ