Cenazeyê Endamê HPG'ê Erhan Serhat (Jehat Agirî) yê ku di operasyona li çoltarê navçeya Gimgimê ya Mûşê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve şevê din ji Saziya Tipa Edlî ya Meletî hate girtin û di saetên êvarê de anîn gundê Gençalî yê navçeya Panosê ya Agiriyê. Cenazeyê Serhat li derketina Milazgirî ji aliyê Parlementerê BDP'ê Halîl Ozturk, endamên Meclisa BDP'ê Yusuf Kaya û Murat Ozturk, Endamê Meclsa Daîmî yê KCD'ê Mustafa Ozer, şaredarên BDP'ê yên herêmê, rêveberên BDP'ê û gelek kesan ve hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê konvoya cenaze hate gundê Gencalî. Piştî vecîbeyên olî darbesta Serhat li ser milan birin goristanê.
Bi hezaran kes tevli merasîma cenaze bûn û di merasîma cenaze de sloganên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” hatin berzkirin. Piştî definkirina cenaze rêzgirtin pêk hat. Pişt re Parlamenterê BDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna Kurd ji bo zimanê xwe didin. Aksoy, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê bêsemîmiye û wiha got: “Di mijara Kurd de her tim behsa pêşîlêvekirinan dikin lê her roj cenazeyên ciwanên Kurd tên.””
Pişt re girseyê konê sînê yên li ber mala Serhat hate avakirin ziyaret kir.
Cenazeyê HPG’î Mercan Sevim (Zilan Ruken) ku li gel 2 hevalên xwe li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da li Sêrtê bi girseyî hate definkirin.
Di 22'ê gulanê de li navçeya Pulurê ya Dêrsimê operasyon derketibû û 3 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Malbata endama HGP'ê Mercan Sevim (Zîlan Ruken) ji bo cenazeyê keça xwe wergirin ji Sêrtê çûn Meletiyê. Malbat piştî ku serî li dozgeriyê dan û cenaze nas kirin cenazeyê keça xwe wergirtin û ber bi Sêrtê ve bi rê ketin. Malbata Sevîm piştî cenaze wergirtin bi konvoyek mezin birin Sêrtê.   Bi sedan jin darbesta cenaze danîn ser milê xwe û birin mizgeftê. Jinan piştî wecîbeyên olî pêk anîn, dîsa bi konvoya ku ji sedan maşîne pêk dihat birin goristana bajar a Sêrtê. Di merasima cenaze de polîsan astengî derxist. Cenazeyê Sevîn di bin dorpêça polisan û maşîneyên zirxi de birin Goristana Şeyh Musa û li vir bi girseyî hate definkirin.
Cenazeyê Sevîm ji aliyê jinan ve hate definkirin. Di merasima cenaze de Parlementerê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu, ani ziman ku hikûmet dixwaze bi van kuştin û operasyonan çavê gelê Kurd bitirsîne, lê gelê Kurd bi van operasyanan natirse.