Amaral bi Kurdekî bi navê Mehmet Çalişkan re zewicî û li Îngilîstanê bicih bû. Eleqeya Amaral a ji têkoşîna azadiyê re li vir jî dewam kir. Bi armanca piştgirîdayîna kampanya ji bo azadiya Serokê Giştî yê KCK'ê Abdûlllah Ocalan li Îngilîstanê bi însiyatîfa xwe li bajarê Croydonê û dûre jî li welatê xwe Brezîlyayê îmze kom kir.

Amaral îmzeyên berhev kir radestî rêveberê Sussex Kurdish Comminity Çekdar Soylû kir û diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye wê Kurd azadiya xwe qezenç bike. Der heqê nasîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û Kurdistanê de Amaral got, "Bandora hevalên min li ser nêrînên min ên der heqê Kurd û Kurdistanê de hebû. Lê belê beriya bizewicim min li ser înternetê lêkolîn kirin û xwe gihand gelek çavkaniyan. Vê yekê kelecaneke mezin da min." Amaral da xuyakirin ku ew hewl dide bi siyasetmedarên Kurd ên tên Îngilîstanê re kar bimeşîne, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak a beriya salekê ji bo konferansê hatibû bandorek mezin li wê  kiriye û dîtiye ku jinên Kurd di siyasetê de gelekî bi bandor e.
Amaral her weha anî ziman ku ew gelekî xemgîn dibe ku gelek Kurd ê ew nas dike bi Kurdî nizane biaxive û bixwîne û got, "Kurdan ji bo ziman û çanada xwe bijîn, dest bi têkoşînê kirin. PKK'ê di nava tevahiya Kurdan de têgihiştineke netewî afirand. Di van salên ku Kurd wê azadiya xwe bi dest bixin de, gelekî girîng e ku KUrd bi zimanê xwe bixwîne û biaxive."

 FIRAT DUZGUN-ANF/CROYDON