Şervanê YPG’ê Kevin Edge (27) ku navê Selaheddîn Azadî li xwe kiriye ji bajarê Venjal ê Amerîkyê ye. Edge bi têkoşîna jina Kurd a di nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pir bi bandor bû.

Edge di malbatê de yê biçûk e. Wî Beşa Zanistiyê li zanîngeha bajarê xwe xwendiye û piştre ajokariya kamyonên mezin kiriye. Edge dema li Venjalê bû, pir meraq dikir ku hêzên li Sûriyeyê şerê çeteyên DAIŞ’ê dikin nas bike. Wî bi riya nûçeyên televizyonan têkoşîna YPG û YPJ’ê ya li dijî ‘terora’ çeteyên DAIŞ’ê dît û nas kir. Ji ber vê yekê bi bandor bû û biryara tevlîbûnê da.

Edge ji zaroktaiya xwe ve bi riya hin malbatên Kurd ên li Amerîkayê dimînin, gelê Kurd nas dike. Bi riya van malbatan Tevgera Azadiya Kurdistanê û felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kiriye. Wî pirtûkên Ocalan xwendiye û mijara wekheviya di navbera jin û mêr de pir bala wî kişandiye.


Di nava têkoşînê de cihê xwe girt

Piştî pêla şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku jina Kurd têde têkoşîneke girîng dide meşandin, wî biryar da ku bibe şervanekî Rojava û bikeve nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG). Di 7’ê tîrmeha 2015’an de xwedî li biryara xwe derket û beşdarî YPG’ê bû da ku li dijî çeteyan şer bike. Piştî ku gihişt Rojava li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê dewreya leşkerî ya mehekê dît.

Kevin di tebaxa 2015’an de berê xwe da Kantona Kobanê û li eniyên şervanên cihê xwe girt. Li wir rola tabûra Selaheddîn û berxwedaniya wê li hemberî çeteyan bihîst. Ji ber vê yekê biryar da ku tevlî vê tabûrê bibe û navê xwe jî lê kir. Piştre di nava tabûr Şehîd Kendal a sê mehan li gundewarê rojavayê Kobanê şerê çeteyan kir.


Fêrî Kurdî dibe

Edge careke din vegeriya bajarê Kobanê da ku fêrî zimanê Kurdî bibe. Niha jî ew vê yekê pêk tîne û xwe fêrî Kurdî dike, her wiha derbarê rastiya gelê Kurd dixwîne û dixwaze bêhtir nas bike.

Şervanê Amerîkayî Kevin Edge ku şervan bang lê dikin Selaheddîn hezkirina xwe ji gelê Kurd re wiha tîne zimên: “Dilê Kurdan mezin e. Ji ber vê min ji wan hez kiriye û tevlî wan bûme. Min xwest werim Kobanê da ku li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê alîkariyê bidim wan.”

Şervanê YPG’yî Kevin dibêje wî li vir gel bêhtir nas kir û bi rihê berxwedaniya gelê Kobanê û israra wî ya jiyanê hatiye girêdan. Kevin bale dikşîne ku dê heta dawiyê hêvî û êşên gelê Kurd  bi wan re pave bike.



NÛRŞAN ÎBRAHÎM/ANHA/KOBANÊ