Koordînatorê Weşanê yê Giştî yê Weşanên Aramê Gokhan Bulut têkildarî mijarê de agahî dan û diyar kir ku xwendevanên weşanxaneyê piranî di girtîgehê de ne û ji bo daxwazên girtiyan bi cih bînin bi rihetî bigihînin wan xebatekî wisa dan destpêkirin.

Bulut, anî ziman ku Weşanên Aramê bi slogana "Aram ronahî ye" dest bi weşangeriyê kir û armanca wan jî ew e ku bigihijin gelek derdoran û wiha got: "Me ji bo hevalên xebatên weke lêkolîn û wêjeyî dikin bi rihetî bigihijinê me xebat da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de hevalên dixwazin pirtûkan bikirin û navê pirtûkên ji me re bişînin em dê di demekî kin de bi riya kargoyê ji wan re bi erzanî bişînin." Bulut, da zanîn ku armanca wan ew e ku hewcehiya pirtûkan a li girtîgehan kêm bikin. Bulut, bilêv kir ku bihayê pirtûkan wiha diyar kir: "Pirtûkên ji Weşanxaneya Aramê derketin ji sedî 50, pirtûkên ji weşanxaneyên Kurdan derketin ji sedî 20 û pirtûkên ji weşanxeneyên din jî ji sedî 15 dê bi erzanî bigihijîn girtiyan." 

DÎHA/AMED