Berhema Arjen Arî ya bi navê “Gorî û Bindest” bi şêwaza vebêjiyê hatiye li darxistin û di vê berhemê de Mamoste Arjen Arî weke ku bi xwendekarên xwe re bikeve goftûgoyeke kûr, dilê xwe vedike û pêşkeşî xwendekarê xwe dike. Meriv di vê berhemê de pêrgî hinek aliyên Arjen Arî yê veşirî tê. Ne tenê wek Kurdekî rewşenbîr û helbestkar, di heman demê de weke Kurdekî ji rêzê yê ku êşa bindestiyê dikêşe, yê ku şerm dike ji bindestiya xwe û hûr dibe li ser têgehên wek azadî, rûmet, xwebûnê disekine jî li pêşber meriv e Arjen Arî di vê berhemê de. Edîtoriya berhemê ji aliyê Mihemed Ronahî ve hatiye kirin.
AMED