
Berxwedana Kobanê ya ku xwedî destanek berxwedanî ya dirêj û mezin bala tevayî cîhanê kişand li ser xwe. Di 15 Îlona sala 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê zivirîn û êrişî Kantona Kobanê kirin û piştî gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ên ‘Kobanê Ket, wê bikeve’ YPJ û YPG’ê di 27 Tîrmeha 2015'an de serkeftina Kobanê ragihandin. Di dema şerê giran de û hem jî di dema pêvajoya avakirinê de rojnamevanên ku çûyîn Kobanê û tîma belgefilmê arşivên xwe kirin, yek belgefilmek hevbeş kişandin. Belgesela Kobanê ji encama xebatek hevbeş ya 3-4 kesî pêk hatî ye. Hişmendê çapemeniyê yê KCD'ê Kerem Çelîk di her pêngavek ya vê belgefilmê de cih girtiye got: "Amanca me ji bo ku ev berxwedan neyê jibîrkirin û ji nifşekê gihandina nifşek dine."
‘Bila şoreş di tarîtiyê de nemîne’
Kerem diyar kir ku di dema çûn û hatina Rojava de ji bo hêj pitir dengê Rojava û dengê Kobanê bidin bihîsandın xebatên girîng dane meşandin. Kerem destnîşan kir ku li ser hizra belgefilmê jî her cara ku di çûn û hatinên de dîmenên hatine girtin de komî ser hev kirin û anîn gel hev. Kerem got buyerên ku wan jêre şahîdî kirî ne weke arşîvekê komî li ser hev kir û piştre wan biryara kirina belgefilm dan e. Kerîm wiha domand: "Di gava yekem de hazirtiyê me ya belgefilmê tune bû. Lê piştî re ku me gelek tişt biçavên xwe dîtin, têkoşîna gel û me xebatek bi navê ‘Bila şoreş di tarîtiyê de nemîne da destpêkirin. Me di nava xwe de arşivek hevbeş çêkir. Ji berê Kobanê û piştî Kobanê jî, me Kurd dan pêş."
‘Berxwedana jinê bal kişand ser xwe’
Kerem ragihand ku belgefilm bi sê zimanan hatiye wergerandin û got: "Ew DAIŞ'a ku cîhanê bi çavê tirsê temaşe dikir di Kobanê de hat tune kirin. Berxwedana jinê ya Kobanê pitir balê kişand ser xwe. Armanca me ya çêkirina belgefilma Kobanê ew bû ku rastî di tarîtiyê de nemînin bû.”
Çelîk diyar kir ku ji bilî nivîsandinan ji berê şerê Kobanê û piştî şerê Kobanê jî dîmen hatin kişandin û van dîmenan girîngî dane vê belgefimê û gotinên xwe domand: “Me di belgefilmê de beriya şer Kobanê çawan bû, piştî şer çawan bû û di dema şoreşê de çawan bû, me daye plana pêş.”
“Li Kobanê sînemaya bê dewlet heye”
Çelîk ragihand ku armanca wan a vê fîlmê ji bo berxwedana Kobanê nê bîrkirin û di festîfalên fîlman de bê nîşandan. Kerem Çelîk diyar kir ku yekem care ku cîhekî pergala dewletê lê tune bû belgefîl hatiye çêkirin û gotinên xwe wiha doman: “Me şansê kişandina belgefîlma serkeftina Kobanê di cihek bê dewlet de dît. Di civakên bê dewlet de belgefîlm çêkirin li gorî şert û mercên Tirkiyê gelek asantir û kelecanek zêdetir dide mirov.”
Hişmendê çapemeniyê yê KCD'ê Kerem Çelîk di dawiya axaftinên xwe de bang li rojnamevan, sînemavan û kesên karê belgefîlman dike kir û got, “Li Kobanê firseta ji bo pêşxistina têgiha sînemaya bê dewlet heye. Bila hemû rojnamevan, sinemavan û kesên karê belgefilmiyê dikin biçin Kobanê."