Hikûmeta Iraqê di vê dema ku aloziya di navbera rêveberiya Iraqê û Hermêa Kurditanê de zêde bûye de şande wê herêmê. Bi taybetî jîg elek caran gef li Kurdan hatibû kirin ku dê artêşa Iraqê Herêmê dagir bike.
Lewre jî ew hewldaneke gelekî taluke bûye û di navbera artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmergeyan de tenê 500 metre heye û heke tenê yek guleyek ji aliyê aliyekî ji wan bê teqandin dibe ku bibe sedema şerekî mezin.
Aloziya navbera hêzên pêşmergeyan û artêşa Iraqê de berdewame. Berpirsekî hêzên pêşmergeyan dibêje: “Em rê nadin ku artêşa Iraqê gavekê jî ber bi pêş ve bên.”
Berpirsê sîxûriyê yê lîwaya 8’an  hêzên pêşmergeyan Îsa Zêweyî di daxuyaniyekê de got: “Niha lîwaya 37 û 38 a artêşa Iraqê ku ji 7 hezar leşkeran pêk tê, ligel çekên giran li navçeya Welîd cih bûye. Dixwazin sînorê Kurdistanê derbas bikin, lê hêzên pêşmergeyan li gundê Qahîre heta devera Zumar qasî 60 kîlometre belav bûne û rê nadin artêşa Iraqê pêngavekê jî ber bi navçeyên Kurdistanê ve bavêjin.”
Îsa wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê bi dirêjiya kêmtirî kîlometreyekê li gundê Qahîreyê li beramberî hev rawestiyane, kemîn girtine. Egera wê yekê heye ku di her kêliyekê de şer rûbide.” Berpirsê lîwaya hêza 8 a pêşmergeyan wiha got: “Hêzên pêşmergeyan ji bilî firokeyan, hemû pêdiviyekî din a leşkerî amade kiriye. Ger artêşa Iraqê ne vekêşe û hatin nava navçeyên di bin kontrola Herêma Kurdistanê de, emê bi her awayî rûbirûyê wan bibin.”
Berpirsê sîxûriyê yê lîwaya 8 a hêzên pêşmergeyan muqedem Îsa Zêweyî di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Fermandariya lîwaya 38 a artêşa Iraqê daxwaz ji lîwaya 8 a hêzên pêşmergeyan kir ku rê bidin ber bi pêş ve biçin. Lê me daxwaza wan red kir û bi ti awayî em rê nadin ku gavekê ber bi pêş ve bên.”

HEWLÊR