
Dayreya Hawayî û Fezayê ya Netewî (NASA) ya Emerîkayê wêneyên herî balkêş ên xwezayê yên sala 2016’an parve kirin. Di wêneyan de bandorên germahiya global û encamên bûyerên xwezayî yên mîna volkan, lehî û hwd. tên parve kirin. Yek ji wêneyan jî yê Gola Urmiyê ye. Wêne di 12’ê Îlon a 2016’an de hatiye kişandin. Di wêne de jî diyar dibe ka Gola Urmiyê ya navdar çawa zuha dibe û ber bi tinebûnê ve diçe.
Pisporê çavkaniyên avê li Kurdistanê Ercan Ayboga li ser mijarê got, “ya rastî 14 çem û rûbar diherikin golê, lê belê li ser van ji bo avdaniyê bêhtirî 30 bendavan hatine avakirin û ev sedemeke sereke ziwabûna golê ye”.
FRANKFURT