Asuriyan sala, Xelata Çanda Asuriyan, ji ber xebatên pêşxistina çand û zimanê Suryaniyan dabû Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş.
Serokê Navenda Asûriyan George Baryawno diyar kir ku Zarakolû li Ewropa û Tirkiyeyê weke parêzvaneke mafê kêmaran tê nasîn û gelek caran beşdarî panel û semînerên der barê Qirkirina Ermeniyan a di sala 1915’ê de pêk hat û komkujiyên bi serê gelên Asurî, Suryanî de bûye. Herwiha, da diyarkirin ku Zarakolû li hemberî tu zext û gefan dest ji doz û xeta xwe ya têkoşînê bernedaye. Baryowno got; “Zarakolû dostek me yê naskirî ye. Beriya çend salan gava hate Stockholmê, hatibû serdana Navenda me û beşdarî panela ji bo qirkirinê bibû. Her tim li aliyê bindest û kêmaran cih girt. Tişta herî biçûk ku em bikarin bikin dayîna vê xelatê ye.”
Ev xelata bi bihayê 5 hezar kronan û plaketa li ser Suryanî, Îngilîzî û Tirkî nivîsandiye, dê bidin Zarakolû. Hate diyarkirin ku dê di meşên pêş de parlementerên Swêdî li girtîgehê biçin serdana Zarakolû û xelatê bi destê xwe bidin wî.

ANF/STOCKHOLM