Gelê Babê leşkerên OSO yên girêdayî TSK bi meşekê şermezar kirin û bertek nîşan dan. Gelê ku li dijî OSO meşiyan wêneyên Erdogan, Esed û Fatih Sultan Mehmet bi hevre rakirin û siloganên “Ey Erdogan Bibihîze Artêşa te zalim e” berz kirin.
Gelê Babê li dijî artêşa Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û OSO çalaki pêk anîn û Erdogan û artêşa Tirk şermezar kirin. Piştî TSK tevî komên OSO ket bajarên Cerablus, Ezaz, El Rai (Çobanbey) û El Babê soz da ku dê “Hola Aram” ava bikin. Lê hêj rewşa aram nehatiye avakirin. Li dijî tundiya komên OSO û TSK’ê gelê Babê meşiyan û çalakî pêk anîn. Ji Ezazê heta sinorê Cerablusê di navbera Cephet El Şamiye, Ehrar El Şam û Tugayên Sultan Murat de şerên dijwar diqewimin. Gelê El Babê li dijî leşkerên TSK’ê yên li herêmê nokteyên kontrolê ava kirine bertekên xwe anîn ziman. Her wiha li dijî hilweşandina Girê Şeyh Akil û şerê di navbera TSK û Sultan Murat de bertekên xwe anîn ziman. Welatiyên meşiyan û hatin Girê Şeyh Akil li dijî TSK û Tugaya Sultan Murat bertekên xwe anîn ziman û silogan berz kirin. 



Warên me dagir kirine


Komê pankart û dowîzên ku li ser wêneyên Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Serokdewletê Sûrî Esed û Sultanê Osmanî Fatih Sultan Mehmet hebû rakirin û siloganên “Em li hemberî zaliman serî natewînin. Gel dîsa pankartên “Ey Erdogan bibihîze artêşa te zalim e”, “Ka edaleta we, piştî we rizgar kir dozerên we xaniyên me xera dikin”, “Cihê we dagir kir axa me ye”, “Artêşa tirk xera dike” rakirin û siloganên “Em serî li hemberî artêşa zalim danînin” “Ey Erdogan bibihîze dengê me, artêşa te zalim e”, “Xwedê ji zaliman mezintir e” berz kirin. Gelê çalakî pêk anî diyar kir ku ew destûr nadin ku xaniyên wan bên xerakirin û xwest TSK herêmê terk bike. Gel anî ziman ku li hemû herêma Şahba hilweşîn tê kirin û xwestin OSO û TSK axa wan terk bike. Komên çalakî pêk anîn diyar kirin ku komên OSO bi piştgiriya TSK’ê tundiyê li ser wan dimeşîne û pêr li ser sînorê Cerablus, El Rai zarokê bi navê Muhamed qetil kirine.


 BAB