Hêzên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê Koma Partiyên Lêvegera Siyasî ya Kurd li Sûriyeyê (Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriye), Partiya El-Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriye, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriye “El-Partî”, Tevgera Reform a Sûriyeyê (El-Îslah), Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê), Partiya Azadî ya Kurdistanê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriye nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-Moon re şandin. 


‘Bila şer were rawestandin’

Di nameya Hêzên Kurd de bal li ser aloziya ku ev 5 salin li Sûriyeyê didome de hate kişandin û wiha hate gotin: “Gelê Sûriyeyê pir li hêviya lidarxistina kongreya aştiyê ya Cenevreyê maye da ku ji trajediya wî re sînorek were dayîn, kuştin, teror û rewşa tê de were bidawîkirin.”

Di nameyê de hate ragihandin ku gelê Kurd rastî terora çeteyên DAIŞ’ê tê û wiha hate gotin: “Hêviya vî gelî hebû ku hewldanên çareseriya siyasî yên navneteweyî bi awayekî wekhev mafên netewe û pêkhateyan misoger bikin û li gorî yasa û hevpeymanên navneteweyî doza wî ya neteweyî were çareserkirin.”

Di nameya de hate bi bîr xistin ku di dêkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji bo azadî û demokrasiyê gelek bedelên giran daye û wiha hate gotin: “Wekî partî û aliyên ku me li jêrê îmze kirine, em ji we daxwaz dikin ku careke din ji bo nûnertiya Kurdan di kongreya Cenevre 3 li ser xwe vegerin da wekhev pêk were.”


Şandeya opozîsyonê  

Di nameya Hêzên Kurd de hat bi bîr xistin ku Kurd duyemîn mezintirîn pêkhateyên Sûriyeyê ne û di dawiya nameyê de wiha hate gotin: “Eger were paşguhkirin û ji nedîtî ve were, wê ewlehî û aramî li Sûriyeya pêşerojê çênebe. Em bi hêvî ne ku hûn jinûve şandeya opozîsyonê bînin ser hev ku Kurd jî tê de wekî aliyekî serbixwe têde cih bigre û beşdarî pêngava siyasî ya li welat bibe. Ev yek wê encamên ku hemû Sûriyeyî li bendê ne derxîne holê. 


 NAVENDA NÛÇEYAN






Kerry: Divê danûstandin dest pê bikin


Civîna li ser rewşa Sûriyeyê ku tê plankirin li Cenevreyê bê lidarxistin, taloq dibe.

Wezîrê Karên Derve yê Emerîka John Kerry da xuyakirin, ku heta mutabaqatek zelal li ser mijara beşdaran çênebe, nabe ku vexwendîname werin şandin û got, "Derengmayînek ji 24 heta 48 saetan, ji pêknehatina civînê çêtir e."

Li ser encama ji Cenevreyê derkeve holê jî Kerry diyar kir, ku ev mijar di destê rêveberiya Serokdewlet Beşar Esad û komên mûxalîf de ye.

Wezîrê Karên Derve yê DYA da zanîn, ku di hevdîtinên Cenevreyê de ya ji destê Neteweyên Yekbûyî tê destnîşankirina çarçoveyê ye û anî ziman ku diyarkirina çarenûsa welêt, di destê Sûriyeyiyan de ye.

Kerry da xuyakirin, ku ji bo destpêkirina hevdîtinên aştiyê Neteweyên Yekbûyî çarçoveyek ava kiriye û ragihand, ku biryara li ser siberoja welêt di destê Sûriyeyiyan de ye.

Dîplomatekî ê ji Ajansa Nûçeyan a Reutersê re axivî diyar kir, ku zehmet e civîna Cenevreyê beriya roja Çarşemê destpê bike.


 WASHÎNGTON