Di hevdîtina, bi navê KCK’ê hate kirin de şerê di navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiya Kurdan de hate gotûbêjkirin. Mijarên parastina hiqûqa şer û parastina zarokan di şerê ku heta niha jî berdewam dike de hate gotûbêjkirin. KCK’ê der barê hewldanên xwe yên ji bo parastinê mafê zarokan û hiqûqa şer de agahî dan Banga Cenewreyê. Seroka Bangê Warner diyar kir ku divê hiqûqa şer bê pêkanîn û bi taybet zarok bêne parastin û bal kişand girîngiya hewldanên KCK’ê yên ji bo vê yekê.
HPG hevpeymanê pêt tîne
Seroka Bana Cenevreyê Elisabeth Decrey Warner diyar kir ku wana di meha çileya borî de hevdîtin bi Fermandarê Biryargeha Navnedî ya HPG’ê Nuredîn Sofî û rayedarên HPG’ê re hevdîtin pêk anîn û ew hevdîtin serkeftî bûn û gelek sûdên wê hebûn. Warner, der barê naveroka vê hevdîtinê de jî agahî da û diyar kir ku HPG’ê di sala 2007 de qebûl kiriye ku mayînên antî-personel di şer de bi kar neyne û diyar kir ku ew ji wê rojê ve vê yekê dişopînin û HPG’ê vê hevpeymana ku îmze kiriye pêk aniye.
Ronahî Serhad û Besê Erzîngan di hevdîtina bi navê KCK’ê de jî der barê tekoşîna tevgera jinên Kurd û rêxistinên din ên jinan ên cîhanê de danûstandin kirin. Nunerên KCK’ê bi awayeke berfireh der barê xebatên KJB’ê yên ji bo jin û tekoşîna azadiya gelê Kurd de agahî dan. Warner jî da diyarkirin ku ew tekoşîna jinên Kurd ji nêz ve dişopînin û diyar kir ku gelek mînakên ku ji jinên Kurd bêne girtin hene. Di dawiya hevdîtinê de jî her du aliyan jî bal kişand ku divê têkiliyên wan bêne xurTirkirin.
ANF/BEHDÎNAN