Amadekariyên Konferansa Neteweyî ya Kurd, ku yek ji pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e, bi lez dewam dike.

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bo beşdariya civîna komîteya amadekar a Konferansa Neteweyî ya Kurd, nameyek ji hemû partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê re şand û ew vexwend Hewlêrê. Barzanî ev banga xwe li ser navê Ocalan û Talabanî kir.
Barzanî, name  ji hemû partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê re şand û ji bo tevlî civîna komîteya amadekar a konferansê bibin, ew vexwend Hewlêrê.
Daxuyaniya li ser mijarê ji aliyê Berdevkê Serokatiya Herêmê Dr. Umed Sebah ve hat dayîn û li malpera fermî ya înternetê ya Serokatiya Herêma Kurdistana Federal hat weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê nameyekî pêşkêşî hemû aliyê siyasiyên her çar parçeyên Kurdistanê kiriye ji bo amadebûna li civîneke bi mebesta pêkanîna komîteya amadekariya Kongreya Neteweyiya Kurd ku biryare li demeke nêzîk de li Hewlêrê bê sazkirin."

Li ser navê Ocalan û Talabanî bang kir

Detayên civîna amadekariya "Konferansa Netewî ya Kurd" a li Hewlêrê, bi nameyên vexwendinê yên Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî yên ji bo hemû partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê hêdî hêdî zelal dibin.
Li gorî nûçeya DÎHA'yê, di nameya Barzanî ya vexwendina hemû aliyên siyasî de weha hatiye gotin: "Li her çar parçeyên Kurdistanê, şert û mercên jiyana demokratîk û aştiyane ya Kurdan bi gelên din re ava bûne. Mam Celal û Abdullah Ocalan gelek caran banga konferansa netewî kirin. Ez jî bi xwe, li ser navê Mam Celal û Abdullah Ocalan, we dawet dikim civîneke taybet a bi armanca amadekariya konferansa netewî."
Tê payîn di civîna li Başûrê Kurdistanêde ji bo Konferansê, komîteyeke amadekar bê avakirin. Ji bo cih û dema civînê agahî nehatin bidestxistin. Tê payîn di civînê de tevî KNK û KCK'ê ji Bakurê Kurdistanê BDP, Partiya Sosyalîst û Azadiyan, KADEP, PSK, ji Rojavayê Kurdistanê; PYD, nûnerên ENKS, ji Rojhilat; PJAK, Komalay Zehmetkêşanî Kurdistan, PDK-Îran, Komaley Şoreşgeran, PAJ, Komaleyî Îran, ji başûrê Kurdistanê; PDK, YNK, Tevgera Goran, PÇDK, Yekgirtûyî Îslamî, Komaleyê Îslamî, Bizotnawey Îslamî, Hizbî Sosyalîst, Hizbî Zahmetkêşanî Kurdistan, Hizbî Şûî, YNDK û Hizbî Ayende beşdar bibin. Her weha çav li rê ye ji bilî partiyên siyasî nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên li her çar parçeyên Kurdistanê jî di civînê de cih bigirin.
Di serî de partiyên ji Rojava û Rojhilat, nûnerên partî û rêxistinên civakî yên sivîl ên navên wan di lîsteyê de hene, tê gotin ev demeke dirêje li Hewlêrê ne. 

HEWLÊR