Di hevdîtinan de encama ji bo HDP çalakî lidarxistin û şandeyek ji partiya Goran ji bo piştgirya HDP’ê derket.
Nûnerê Kampanyaya ‘Li ser navê Kurd û Kurdbûnê de’ a ku ji bo piştevaniya HDP hat damezrandin, boneya piştgiriya HDPê serdana navenda DBP’ê ya li Hewlêrê kirin.
Endamê civata rêveber a Partiya Zehmetkêşana Kurdistanê Hîwa Seyd Selîm û endamê şanda serdana DBP’ê kirî got: “Biryare di nava çend rojên bê de, em çend çalakiyan ji bo piştgiriya HDP’ê lidarbixin. Lewra me pêwîst dît ku em nûnerên wan ji vî karê em li Başûr dikin, agahdar bikin.”
Hîwa Seyd wiha got ku ew pêwîst dibinin ku hemû çapemenî piştgiriya vê kampanyayê bikin. û ew ê roja şemiyê bi xwepêşandanekî girseyî wê kampanyayê ragihênin û emê dest biçalakiyên xwe bikin.
Tevgera Goran heyetê dişîne Bakûr
Parlementerên Partiya Goran yên di parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê de di çarçoveya piştgirtina de bi nûnerên DBP’ê yên Hewlêrê re hevdîtinek pêk anîn.Li bajarê Hewlêrê doh parlementerên partiya Goran yên di Parlementoya Herêma Kurdistanê de û nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê Abid Îke û Şîlan Eminoglu di çorcoveya hilbijartinên 7’ê Hezîranê ên Tirkiyeyê de hevdîtinek pêkanîn. Di civînê de piştî guftûgoyan biryar hat girtin ku ji parlementerên Tevgera Goran pêktê, ji bo piştgiriya HDP’ê di rojên pêş de biçe Tirkiyeyê û beşdarî xebatên hilbijartinan bibe.
ROJNEWS/HEWLÊR