Di operasyonên bin navê KCK'ê de gelek endam û rêveberên BDP'ê hatin girtin û bi awayekî hatî xwestin di warê rêxistinê de bê felckirin. BDP jî dixweza bi şiyara "zêdetir rêxistin, zêdetir civaka rêxistinkirî" bersivê bide.   BDP'ê li dijî girtin û binçavkirinan çarçoveya xebatên xwe berfireh kir û niha bi tevlibûneke mezin civînên gel û civînên herêman li dar dixe.
Li cihên ku dê kongre pêk bên tenê civînên gişti nayên kirin di heman demê de li taxan jî xebat têne kirin. Gel eleqeyeke mezin nîşanî van civînan didin. Di civînan de hem pêşketinên di çarçoveya pirsgirêka kurd hem jî pêkutiya li ser siyaseta kurd a bi operasyonên KCK'ê têne nîqaşkirin. Di civînan de tê xwestin ku gel li dijî van pêkutiyan bêhtir tivlibûna xwe pêk bîne û xebatên xwe xurt bikin. Di hevdîtinên bi rêxistinên sivîl ên civakî de jî daxwaze piştgiriyê tê kirin.

Cîgira Hevserokê Giştî yê BDP'ê Fatma Kurtulan têkîldarî mijarê agahî da û got ku di civînan de gel eleqeyeke mezin nîşan dide û wiha berdewam kir: " Ev gel dê cihê siyasetmedarên hatine girtin tijî bikin. Ji xwe eleqe jî vê nîşan dide."

ENQERE