
Ji bo kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim Şervan Muslim ku di heman demê de endamê YPG'ê bû û di pevçûnên li Til Ebyadê yên di navbera hêzên YPG'ê û komên çete de jiyana xwe jidest dabû, li bajarê Kobanê konê sersaxiyê hate vedan. Bi sedan welatî diçin serdana kon û sersaxiyê ji malbatê dixwazin.
Bi armanca serdana sersaxiyê ji Bakûrê Kurdistanê jî heyetek derbasî Kobanê bû. Heyeta ku ji 10 kesan pêk tê û di nava wan de Hevserokên Giştî yên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kışanak, hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û Aysel Tugluk jî heye, di saatên nîvro de çûn navçeya Pirsûs a Rihayê. Heyet ji vir di bin tedbîrên berfireh ên ewlekariyê de hatin Deriyê Sînor ê Kobanê (Murşît Pinar) û ji vir jî derbasî Rojava bûn.
'Em bi her awayî bi Şoreşa Rojava re ne'
Dema heyet li benda derbasbûnê bû, Ahmet Turk axaftinek kir û diyar kir ku ew wekî hevserokên KCD, BDP, parlamenter û rêveberên partiyê, ji bo ziyareta sersaxiyê ya malbata Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û malbata wî diçin Rojava. Turk wiha got: "Her wiha em dixwazin nîşanî gelê Rojava bidin ku di têkoşîna wan a azadiyê de em li gel wan in. Gelê kurd gelê êrîşkar nîn e. Lê ji bo yekîtiya xwe liberxwe dide. Têkoşîna gelê me yê Rojava ji bo Rojhilata Navîn mînak e û em dixwazin nîşan bidin ku em li cem wan in. Ji ber vê emê biçin serdana konê sersaxiyê."
Piştî axaftinê heyet bi 4 wesayîtan derbasî bajarê Rojava yê Kobanê bû û ji aliyê rayedarên Desteya Bilind a Kurd û Meclîsa Gel ve hatin pêşwazîkirin. Heyet piştre derbasî bin konê sersaxiyê bûn.
KOBANÊ
Peyamên sersaxiyê
Saziyên Kurd û rêxistinên gelên dostên Kurdan ji bo gelê Kurd û malbta Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ku kurê wî Şervan Muslim di şerê li dij çeteyan de jiyana xwe ji dest dabû peyamên sersaxiyê weşandin.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ji ber ji destdayîna jiyanê ya şervanê YPG'ê Şervan Muslim kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim peyameke sersaxiyê weşand. KNK'ê got, “Li Rojavaya Kurdistanê têkoşîneke berfireh a Kurd û Kurdistaniyan didome. Li Rojava welat tê avakirin û jiyana gel tê organîzekirin, ji aliyê din ve jî li dijî taşeronên dagirkeran axa welat tê parastin. Di vê têkoşîna piralî da mixabin ku şehîd têne dan, birîndarî çêdibin.”
Konseya Rêveber a KNK’ê di dawiya peyama xwe de bal kişande ser xwedî derketina li têkoşîna Rojava û wiha got: “Em wekî KNK ji bo hemû şehîdên doza Kurd û Kurdistanê xemeke mezin digirin. Bi şehîdbûna Şervan Muslim jî xema me mezintir bû. Em ji ber şehîdbûna vî ciwanê Kurd, şervanê YPG'ê sersaxîyê didine xelkê xwe yê Rojavayê, rêveberiya polîtîk, Konseya Bilind a Kurd, PYD û hêza leşkerî YPG’ê. Bila serê xelkê me sax be. Şervan Muslim herwisa kurê endamê KNKê û Hevserokê PYD’ê birêz Salih Muslim e. Em sersaxiyê didine birêz Salih Muslim û malbata wî û hemû Kobaniyan. Bila serê Salih Muslim û malbata wî sax be. Em şirîkê xema wane.”
YNK: Em gelekî xemgîn in
Polîtburoya YNK'ê bi peyamekê ji bo Kurê Salih Muslim sersaxi xwest.
Polîtburoya YNK'ê ji bo şervanê YPG'ê Şervan Muslim kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, ku 2 roj berê di şerê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê da. YNK di peyama xwe de viha got: “Bi bihîstina şehadeta Şervan em geleki xemginin. Em ji malbata Muslim re sersaxiyê dixwazin û hêvîdarin ku ev şehadet wê ji bo gelê Kurd qurbaniya dawî be. Cihê şehîd Şervan û hemû şehîdên Kurdistanê bihuşt be."
Suryaniyan sersaxî xwest
Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê, ji Hevserokê PYD'ê Salih Muslim re, ji ber kurê wî di êrîşên li Girê Spî de jiyana xwe ji dest da, sersaxî xwest.
Di peyama sersaxiyê de wiha hat gotin, "Di têkoşîna pêkanîna şoreşa demokratîk a li Rojava de, şehîdketina kurê we heval Şervan Muslim a di şerê li hemberî El Qaîde û El Nûsra de, me Suyanî xistiye nava şînê. Di encama têkoşîna Şervan û partiya ew endamê wê ye, li Rojava gel bi hev re bê pirsgirêk di nava aştiyê de dijîn. Desthilatdariya AKP'ê ya nikare xwe li vê rabigire û dixwaze statuya gelê Kurd asteng bike, çeteyên hov û tarî yên mîna El Nûsra diajo ser Rojava." Ti hêz dê nikaribe têkoşîna gelê Rojava ya dixwaze ziman, nasname û çanda xwe biparêze û çarenûsa xwe bi xwe diyar bike, tine bike."
Di peyamê de hat destnîşankirin ku Suryanî Şervan weke şehîd dibînin û ji ewê bi hemû derfetên xwe piştgiriyê bidin têkoşîna mafdfar a gelê li Rojava.
Partiyên Rojava: Em êşa we parve dikin
Partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji malbata Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim re peyamên sersaxiyên şandin.
Partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, ji ber kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim Şervanê Muslim ku di pevçûnên li dijî komên çeteyan ên li herêma Til Ebyedê de jiyana xwe jidest dabû, ji malbata Muslim re peyamên sersaxiyê şandin.
Sekreterê Partiya Yekîtî ya Demokrata Kurd li Sûriyê Mihyedîn Şêx Alî, sekreterê Partiya Çap a Demokrata Kurd li Sûriyê Salih Gedo, Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Silêman Silêman û rêvebirê giştî yê Partiya Demokrata Kurd a Sûriyê Cemal Şêx Baqî, bi navê partiyên xwe peyamên sersaxiyê ji bo malbata Muslim şandin. Di peyaman de ev tişt hatin gotin: "Em êşa we parve dikin, sersaxiyê ji we re dixwazin, xwîna van lehengan li we û li gelê Kurd pîroz dikin."
Di peyamên partiyên siyasî de her wiha hate gotin ku xwîna şehîdan dê bibe egera berxwedan û serkeftina gelê Rojavayê Kurdistanê.
Şervan Muslim li Belçîkayê tê bîranîn
Şervanê YPG'ê Şervan Muslim ê di şerekî li dijî çeteyên El Qaîdeyê de li Rojava jiyana xwe ji dest da, ji aliyê nûnertiya PYD'ê ya Ewropayê ve li bajarê Belçîka Lîegeyê wê bi merasîmekê were bîranîn.
Li gorî daxuyaniya nunertiya PYD’ê ya Ewropayê, wê ji bo kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim Şervan Muslim, li bajarê Lîegeyê merasîmeke bîranînê bê li darxistin. Merasîma wê di 13’ê Cotmahê roja Yekşemê saet di 11.00’an de li Rue de Porto, Brosseux Liege destpê bike û heya saet 18.00’an dewam bike.
NAVENDA NÛÇEYAN