Weşanxaneya Belkî çar pirtûkên Kurdî ên nû li refên pirtûkxaneya Kurdi zêde kir. Yek ji wan pirtûka helbestan a Rênas Jiyan e. 

Çar pirtûkên Kurdî ji nav weşanxaneya Belkî´yê derçû. Didu ji wan helbest, yek kurtçîrok û yek jî li ser psîkolojî ye. 

Ji Rênas vê carê “Dîn û Şîn”

Rênas Jiyan ku bi pirtûka xwe ya “Janya” hatibû nasîn û piştî vê di her celebê wêjeyê de berhem dabû, vê carê bi pirtûka helbestan “Dîn û Şîn” derket pêşberî hezkiriyên xwe. Herî dawî nivîskar bi pirtûka “Diêşiya” helbestên xwe yên nû raberî xwendavanên Kurdî kiribû.      Pirtûka psîkanalîstê navdar Sigmund Freud a bi navê orîjînal  “Das Unbehagen in der Kultur” bi Kurdî “Bêhzûriya di Şaristaniyê de” hat wergerandin. Pirtûka ku 95 rûpel e û bi Almanî hatiye wergerandin û navê wergêr wekî “I.B” derbas dibe.

Pirtûka “Beranê Çargurçik” jî ji kurteçîrokên nivîskarê ciwan Siyajîn Aramî pêk tên. Helbestên Felek Perîşan jî bi navê “Meşa Ewran” ji hat çapkirin. 


 AMED