Di heman demê de dîwana bi navê "Dîdarê Yar" a Şêx Şemseddînê Exlatî ku helbestvanek e ji nifşê Melayê Cizîrî jî hatiye çapkirin.
Gelek pirtûkên kurdî ku di salên 1900'î de hatine nivîsandan hêdî hêdî derdikevin holê û tên çapkirin. Gelek ji wan piştî careke din heta niha nehatin çapkirin û navên wan jî hêdî hêdî tên jibîrkirin. Weşanxaneya Belkiyê di vî warî de gaveke girîng avêt û sê klasîkên kurdî ku zêde nayên nasîn, çap kirin. Belkiyê, pirtûka (piyesa şanoyê) "Koçekê Derewîn" a Erebê Şemo ku yekemîn nivîskarê romana kurdî ye, dîwana "Dîdarê Yar" a Şêx Şemseddînê Exlatî ku ji nifşê Melayê Cizîrî ye û pirtûka "Reva Jinê" (piyesa şanoyê) ya Wezîrê Nadir ku di dema Serokê Îstixbarata Sovyetan a beşa Îranê bû, çap kirin.

"Koçekê Derewîn"
Pirtûka
bi navê "Koçeke Derewîn" di wêjeya şanoyê de duyemîn şanoya kurdî ye;
Erebê Şemo berî romana xwe ya bi navê "Şivanê Kurmanca" bi pênc salan di
sala 1930'an de nivîsandiye. Şanoya "Koçekê Derewîn" di kurdî de
duyemîn şanoya bi kurdî ye û her çiqas qelsî hebin jî ji bo şanoya
kurdan teksteke girîng e. Di vê şanoyê de şînhatina pênûsa Şemo û
pêkhatina pexşana kurdî mirov dikare bişopîne.
Her wiha navê pirtûkê
jî balê dikişîne ser xwe ji ber ku peyva "koçek" jî rengdêreke
hiyerarşiya dinyayê nîşan dide. "Koçek" ji kesên ku ji "Şêx'an" nizmtir
ji "Sofî'yan" bilintirin re tê gotin. Her wiha koçektî di navbera şêxtî û
sofîtiyê de meqamekî olî ye. Şemo, di vê şanoyê de rûyê oldarekî
derewîn aşkere dike, sextekarî û derewên koçekekî deşîfre dike.
Yek ji şanoya kurdî ye
Pirtûka
"Reva Jinê" şanoyeke 80 salî ye û hedefa wê jî parastina mafên jinên
kurd e. Her wiha di kurmancî de ji şanoyên pêşî ye. Gava ku Wezîrê Nadir
sala 1935'an vê şanoyê diweşîne çend armancên wek azadiya jinên kurd,
bipêşxistina Şanoya Kurdî û xwedîderketina li komunîzmê datîne pêş xwe.
Di civakeke weke civaka kurdan a wê demê de ev her sê armanc ligel gelek
xeteran ji aliyê Nadir ve tê nivîsandin. Wezîrê Nadir, helbestkareke
komunîst ku heyranê Melayê Cizîrî ye û di bin bondara wî de gelekî
dimîne. Şanoya ku nivîsandiye de jî vê yekê diyar dike.
Wekî din di
her kêlîka jiyana wî de romantîzm, kurdewarî û komunîzm tê dîtin. Di
nava van hestan de berhemên xwe afirandin û ev şonaya "Reva Jinê" jî di
nav van taybetiyên Nadir de hatiye nivîsandin. Her wiha di wê demê de li
ser parastina mafên jinan nivîsandina senaryoya şanoyekê jî giringiyeke
mezin dide vê pirtûkê.
Dîwaneke 400 salî
Pirtûka bi
navê "Dîdarê Yar" ya Şêx Şemseddînê Exlatî (1988-1674) 400 salî ye û ji
bo wêjeya kurdî navekî girîng e. Tişta ku Exlatî û helbestên wî girîng
dike ne bi tenê temendirêjiya helbesta wî û hatina wî ya ji nifşê Malayê
Cizîrî ye, her wiha "balkêşî" ya poetîkaya wî, wî girîngtir dike.
Exlatî jî li ser heywanên weke ker, mişk, keftar, kund, bilbil, şêr û
hwd. bi awayekî sembolîk helbest nivîsandine. Ev şêwaza wî hem şêwazekî
nivîsîna helbestê ye hem jî pir balkêş e. Exlatî, di helbestên xwe de
sembol pirr zêde bi kar anîne. Ji bo ku mirov bikare di maneya helbestên
Exlatî bigihêje divê mirov li zanîna sembolojîk û zanîna "terîqatan"
serwext be. Ji ber ku Exlatî bi xwe şêxekî xwedî terîqet e.
DÎHA/AMED