Li navçeya Xaneqînê ya ser bi Diyale, ji ber tirsa ji çeteya DAIŞ’ê, bi dehan malbatên Kurd gundên xwe bi cih hiştin û wan berê xwe da navenda navçeya Xaneqînê û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê. Heta niha 2 gund bi tevahî vala bûne.
Rewşa xirab a ewlehiya navçeya Xaneqînê ya Diyale bandoreke nerênî li jiyana Kurdên li gundên navçeyê dike.
Keyayê gundê Azadî Elyaw, Ehmed Mihemed diyar kir ku ji ber rewşa ewlehiyê malbatên Kurd ên li gund ji gund derketine û got; "Ji ber ku metirsiya DAIŞ'ê li ser jiyana wan hebû. Malên Kurdan wêran dikin. Lewma nikarin vegerin gundên xwe. Heta bi roj jî nikarin biçin nava gundên xwe, ji ber ku ji DAIŞ'ê ditirsin."
Welatiyê ji gundê Azadî Elyaw, Elî Kake jî got, "Li gundên herêma me ji ber kiryarên terorîstî yên DAIŞ'ê birîndar û qurbanî hene. Armanca çeteyan ew e ku Kurd gundên xwe vala bikin."
'Divê hikûmeta navendî herêmê biparêze
Soran Îsmaîl jî got; "Divê hikûmeta navendî hêzeke zêdetir li herêmê ji bo parastina welatiyan bi cih bike. Heger nikare xelkê biparêze, dixwazin ku pêşmerge vegerin herêmê biparêzin. Ji ber kiryarên çeteya DAIŞ´ê, beşek ji malbatên gundan, gundên xwe bi cih hiştine. Mînak gundê Mehmûd Ezîz, Cemîl Beng, Husên Mame vale bûne. Yên mane jî dest avêtine çekê û gundên xwe diparêzin."
2 gund bi tevahî vala bûne
Elî Kake
Heta niha li Xaneqînê 2 gund bi tevahî vala bûne. Herwiha gelek malbatên din jî ji gundên din derketine û li navenda Xeneqînê û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê bi cih bûne. Li Xaneqînê 84 gund hene. Niştecihên 42 gundan Kurd in. Niştecihên 31 gundan jî Ereb in û li 11 gund jî Kurd û Ereb bi hev re dijin.
XANEQÎN