Demîrtaş, anî ziman ku gelê kurd duh di ber xwe da îro di ber xwe dide û dê sibê jî li ber xwe dibe. Demîrtaş, da zanîn ku îro li hemû bajaran kurdan jiyan rawestaniye û biryar û vîna xwe nîşan daye.
Hevserokê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, civîna vê hefteyê li ber Girtîgeha Amedê pêk anî. Di civîna koma BDP'ê de bi 10 hezaran kes amade bûn. Dema Demîrtaş, li ber Mala Şînê ya Dîcleyiyan diaxivî hêlikopter bê naber di ser girsê re bi nizmî firiyan. Demîrtaş, ani ziman ku girtiyên ku 50 roj in ketine greva birçîbûnê ji bo mafê xwe yê dekokratîk û rewa ketine grevê û wiha got: “Tu kes ji keyfi xwe birçî nahêle. Ji ber ku zulmek tê meşandin, înkar û îmha heye ciwanen kurd bedena xwe dane ber mirinê. Ji bo ku şer, kuştin, binçavkirin û girtin bi dawi bibe ciwanên kurd li girtîgehan bedena xwe dane ber mirinê. Ji bo tecrîd û îşkence bi dawî bibe hevalên me ketine grevê. Daxwazên wan di heman demê de daxwazên me ne.”

Bang li serokwezîr kir

Demîrtaş, bang li Serokwezir Erdogan kir û xwest Serokwezîr li hemberî vê berxwedana gel a li hemû bajaran bêdeng nemine û bi lezgin gava çareriyê bavêje. Demîrtaş, xwest vê berxwedana gel a li hemû bajarên kurd lê dijîn bibîne û gava çareseriyê bavêje.
Demîrtaş, destnişan kir ku mafê her kesên ku rastî zilmê tê heye ku di ber xwe bide û têkoşînê bide. Demîrtaş wiha pêde çû: “Li hemû Şirnexê dikan girtî ne û kolan valan e. Li Colêrgê û navçeyên wê, li Wan û hemu navçeyên wê, li Amed û hemû navçeyên wê tev girtîne. Gelê me derketine kolanan. Li Edene, Mêrsîn, Stenbol û Îzmire hemû tax û kolanên ku kurd lê dijîn kolan vala ne û dikan girtî ne. Welatiyên kurd dibêjin ger ku zarokên me ji bo me amadene canê xwe bidin, em jî dê neçin ser kar û dikanên xwe venakin. Îro ev peyam hate dayîn. Gel îro jî û dê sibê jî vê seknê bide nîşan.”
Demîrtaş, anî ziman ku ew destûr nadin ciwanên xwe bikin qurbana îxtîdarê û wiha berdewam kir: “Ger ku berxwedan tune be çareserî ji nabe. Em li ber Zindana ku Mazlum di ber xwe daye bang dikin. Heta ku em pêşeroja xwe ya azad, welatê xwe yê azad nexwazin çareseri pêk nayê. Em ji hikûmetê û dewletê bersivek zelal dixwazin. Em dibêjin ji bo li girtîgehê mirin cênebin bi lezgîn Serokwezîr bersivê bide.”
Demîrtaş destnîşan kir ku ew dixwazin Serokwezîr Erdogan der barê Îmraliyê de bi lezgîn bersîva çareseriyê bide û wiha axivî: “Em ne ji bo şantajê ji bo çareseriyê bang dikin. Em ne tenê îro, em duh, îro û dê sibê jî li kolanan bin. Em niha li ber girtigeha ku Mazlum lê di ber xwe daye bang dikin. Em li ber girtîgeha ku di serdema Serokwezîr de jî zilm berdewam dike bang dikin. Ev girtîgeh ne tenê girtî di ber xwe didin, di heman demê de milyon li derdora wê di ber xwe didin e.”
Demîrtaş, da zanîn ku îro li hemû taxên kolanên Amedê berxwedan heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li her derê gelê me li ser piyan û di nava berxwedanê de ye. Ger ku gelê me li her derê ji bo çareseriyê daketibe kolanan, divê teqez Serokwezîr êdî gavê çareseriyê bavêje. Em ji ber vê sekna gelê xwe ku naxwaze hevalên me di zindanan de jiyana xwe ji dest bidin pîroz dikin. Îro em li ber zindana Amedê bi tevlêbûna 10 hezaran civîna koma xwe pêk tînin. Em ji hemûyan re serketinê dixwazin.” 

DÎHA/AMED