Bi çêkirina HES'ê re bi sedan darên fêkî ji kok hatin jêkirin û hatin tunekirin. Tevî vê yekê li gundên Goşkar, Dapoge, Munzura û Keçayê ji niha de mexdûriyet tê jiyîn.
'Bila komkujî bi dawî bibe'
Ji şêniyên gund Çinar Kirmizigul diyar kir ku zeviyên ku ji bav û kalên wan ji bo wan mane ji aliyê fîrmaya endezyaran ve hatiye bikar anîn û got; "Gelek darên min ên li zeviyê şikênandine. Harfiyat rijandine ser wan. Em rayedarekî ku derdê xwe jê re bibêjin nîn e. Qirûşek pere jî nedan. Rayedar di vê mijarê de xemsar tev digerin. Bax û bostanên me tune bûn. Heke wisa dewam bike emê ji neçariyê koçî bajarên rojava bikin. Bostanên ku min çandine hene, min genim, once, pitad û garis diçandin. Ez êdî nikarim bostanên xwe bikar bînim. Jixwe dê ava Goşkarê bibirin. Heke ev av bê birîn bostanên min dê bê av bimînin. Ez bang li rayedaran dikim, bila dawî bi vê komkujiyê bînin."
Gunduz Aktaş jî anî ziman ku divê dawî bi çêkirina HES'an bînin û wiha axivî: "Xweşikbûna xwezayî, ji ber bendavan li ber çavên me tune dibin. Em naxwazin xweza zirarê bibîne. Pere jî ne xema me ye, em tenê ava xwe dixwazin." Hezal Mert (78) a ku li ser ava Goşkarê sewalên xwe av dide got; "Tekane debara min sewalên min in. Ez hemû pêdiviyên xwe yên avê ji vê Robarê pêk tînim. Dê ava Goşkarê bibirin. Wisa xuya dike ku emê ji vir û pê de ne sewalkarî û ne jî çandiniyê bikin. Ji bo riya xwedê dengê me bibihîzin û çareyekê ji vê yekê re bibînin."
Serokê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê BDP'î Muhsîn Yîgît jî li hemberî HES'ê daxuyanî da û wiha axivî: "Me wekî meclîsa giştî ya Mûşê di mijara HES'ê de her tim biryara red ê girt. Tevî biryara me ya redê jî xebatên HES'ê dewam dike. Destûra xebatên HES'ê ji wezaretê digirin. Her carê tînin ba me û em jî red dikin. Em ê vê yekê erê nekin.
DÎHA/MÛŞ